Kurdshop - Nêzîkî çar sedsal bi ser serdema jiyana Ehmedê Xanî re derbas bûye. Xanî di serdema deshilatdariya du împaratoriyên wê li Asya, wate Împaratoriya Osmanî û Împaratoriya Sefewî de dijya.
Her yek ji wan du cemseran jî nûnertiya şêweyek ji şêweyên îslametiyê dikirin. Osmanîyan bi damezirandina navenda xilafetê li Stenbolê, xwe wek mîratgirê rêberên îslametiyê di nav sunniyan de dizanî û Sefewî jî damezrêner û pêşveberê ola Şîe bûn li Îranê û li nav erdnîgariya wê demê ya Îranê de hikûmetek Şîe ava kiribûn.
Ji ber cudahiya mezhebî her wiha hevsînorbûnê, berdewam di navbera wan her du împaratoriyan de nakokî û hevrikî hebû. Şer û pevçûnên di navbera her du dewletan û derbaskirina sînorên hevdû, bibû beşek ji rastiya jiyana xelkê wê serdemê. Ew herêm û deverên ku sînorên hevbeş yên wan dewletan li ser hatibû danîn, berdewam rastî ziyan û wêraniyê dihat.
Sînorên hevbeş yên Sefewî û Osmanî, ji Çemê Erez li bakûr bigire heta Çemê Seymer li başûr, bi dirêjahiya sedan kîlometir li ser xakekî hatibû damezirandin ku ji kevn de heta niha wek Kurdistan tê nasîn. Bi kurtî, ew herêma ku berdewam li ber piyên hêz û leşkerên her du dewletan rastî ziyanê dihat û berdewam li ser şer bû, du beş ji xaka Kurdistanê bûn. Vêca di şeran de kurdên her du aliyan beşdar dibûn û bi hezaran kurd dibûn qûrbaniyê nakokî û hevrikiya du împaratoriyên dijber.
Yekem kesê ku bi rengekî hişyarane, ew xisaret û ziyan destnîşan kir û bi nivîskî çareyek jê re pêşniyar kir, helbestvanê mezinê kurd Ehmedê Xanî bû.
Xanî bi nivîsandina pirtûka xwe ya navdar, Mem û Zîn bi rengekî pratîkî çend yasayên wê demê binpê kir:
Yekem: Heta serdema Xanî, li wan erdnîgariyên ku hatin behskirin, zimanên nivîsandinê turkî, erebî û farsî bûn.
Duyem: Zimanê erebî, zimanê pirtûka pîroz û piraniya cîhana îslamê bû.
Sêyem: Zimanê farsî zimanê dîwan û edebiyatê bû, ji Hindistanê bigire heta Bexdayê.
Çarem: Zimanê turkî jî zimanê şer û artêşê bû
Xanî, tevî ku haya wî ji wan mijaran hebû, lê dîsa jî neket bin hejmûna wan ziman û kulturan û bi zanistî, menzûmeya xwe ya navdar û hêja nivîsand.
Ji ber ku Mem û Zîn bi armancên siyasî hatiye nivîsandin, berovajî yasayên giştî yên menzûmeyên netewên nekurd hatiye nivîsandin û di beşa pêşekî de li şûna ku behsa çawaniya çêbûn û derketina wê çîrokê bê kirin, behsa sedemên siyasî yên nivîsandina wê pirtûkê û zimanê wê, ku bi kurdî ye, tê kirin.
Xanî bi başî nasname û naveroka kulturê nas kiriye û li nav wan de jî çend terîm û nîşan berceste kiriye.
Ziman serekîtirîn nîşana nasnama netewî ye û Xanî jî bi zanîna vê yekê, têqezî li ser bikaranîna ziman kiriye û ziman wek hêla destnîşanker dide zanîn. Paşê, ji bo ku bikaribe şîyan û hêza zimanê xwe li hember ziman û netewên din nîşan bide, behsa wê yekê dike ku mirov tenê bi zimanê xwe dikare hizra netewa xwe bike nek bi zimanekî din, ji ber wê jî wiha dibêje:
Da Xelq Nebêjîtin Ku Ekred
Bê Meirîfet in û Bê Esl û Binyad
Helbestvanê ku li binyaya meirîfeta kurdane digire, vê rastiyê jî dizane ku pêgeh û çerx û niştîmanek bo pêşketina wê binyadê pêwîst e, ev jî pêk nayê, meger kurd bibe xwedan dewleta xwe.
Ev nîşan dide ku ziman û pêkhatina dewleta kurdî, tekane handerê hizra Xanî bûye û Xanî yekem helbestvan û bîrmendê kurd e ku beriya derketina teoriya nasyonalîzmê, bi pratîkî kesekî nasyonalîst bûye.