Melayê Cizîrî û Dewleta Serbixwe ya Ziman

Melayê Cizîrî wek kesekî ku di warên zimanî û kulturî de xwedan ezmûn bû

Kurdshop - Şêx Ehmedê kurê Şêx Mihemed, navdar bi Melayê Cizîrî, çarsed û pêncî û sê sal berê li Cizîra Botan ji dayîk bûye. Melayê Cizîrî di heyamekî de jiyaye ku her du împaratoriyên Osmanî û Sefewî di asta herî bihêz ya desthilata xwe de bûne û Kurdistan, warê Melayê Cizîrî jî ketibû bin destê wan her du zilhêzan. Her du beşên Kurdistanê, hem di warê siyasî û hem di warê kulturî de di bin zilma Osmanî û Sefewî de dihatin bişaftin û zimanê serdest jî zimanê sîstema serdest bû. Tevî wê rewşa kambax, çar û nîv sedsal berî niha, Melayê Cizîrî wek kesekî ku di warên zimanî û kulturî de xwedan ezmûn bû, wêjeya Fars û Ereb bi başî nas dikir û zimanên serdest jî dizanî. Ji aliyekî din, ji ber pêgeha xwe ya civakî, ku mela û mamostayê olî bû, di gotara olî û zimanê erebî de jî zana bû. Li gel wan hemû taybetmendiyan, Melayê Cizîrî bi kurdî jî dinivîsî û bi nivîsandina xezelên evîndarî û arifane, xîmê şêwazeke hizirkirin û nivîsînî danî ku wek paradîgma guherîna arasteya fikrî tê hesibandin û wek destpêkek nû di wêjeya kurdî de tê dîtin û zanîn.

Beriya Cizîrî jî helbet nivîsandina bi kurdî hebûye lê ew kesekî gotarsaz bûye.

Ji aliyekî haya wî ji edebiyaya gelên din hebû û pir baş helbest dizanî û li aliyê din, şarezayê tesewuf û îrfan û felsefeya îslamî bû û ligel wan jî, xwedan hesteke netewî bû û girîngiyek mezin dida nasnameya ziman.

Di wê serdemê de û beriya wê jî, wate piştî ku ereb bûn xwedan hêz û desthilat û hizra îslamî li her deverê belav bû, êdî zimanê erebî wek hilgir û veguhêzerê wê hizrê derbasî nav hemû derfet û warê perwerdehiyê bû. Rewş wisa lê hat ku nivîskarên piraniya wan gelên ku li nav erdnîgariya îslamî de dijiyan, dest ji ziman û nasnameya xwe ya netewî berdan û bi temamî ketin xizmeta zimanê erebî û hizra îslamî. Mirov dikare li nav kurdan û farsan de gelek mînakên vê yekê bîne ziman. Li nav kurdan, kesên wek Îbnê Xelekan, Îbnê Şarezûrî, Dînewerî, Musenifî, Tacedînê Şinoyî û Şehabedînê Sorewerdî û … Li nav farsan de jî kesên wek Îbnê Sîna, Farabî û Ebû Reyhanê Bîrûnî û … dest ji ziman û kultura xwe ya netewî berdan û li nav kultur û zimanê erebî de heliyan. Dema mirov vê rewşê dibîne, têdigehe ku rol û pêgeha kesekî wek Melayê Cizîrî, çi qasî mezin û bilind e.

Melayê Cizîrê jî dikarîbû mîna wan zana û pispor û nivîskaran, bi temamî xwe bixe xizmeta felsefe û hizra îslamî û erebî û dest ji ziman û çanda xwe berde lê ew rêyekî dide pêşiya xwe ku kêm kesan girtiye ber û rêwiyên wê rêyê kêm bûne.

Gelek hîm li nav helbesta Mela Cizîrî de hene ku nîşan didin, di helbesta fars û ereb de pir şareza bûye û heta car caran jî di nav helbestên xwe de bikar aniye. Mînak, di vê helbestê de:

Heyata Dil Meya Baqî Binoşîn da bi Muştaqî

Ela Ya Eyyohel Saqî Edir Keisen we Nawîlha

Nîv beyta duyem, ku bi erebî ye, helbesta Yezîdê kurê Muawîye ye û Hafizê Şîrazî jî di helbestên xwe de bikar aniye. Melayê Cizîrî jî ji Hafiz wergirtiye û bi şêwazê hunera Tezmîn bikar aniye. Di hunera Tezmîn de helbestvan nîv beytê ji helbestvanekî din werdigire û di helbesta xwe de bikar tîne.

Melayê Cizîrî jî bi vê yekê nîşan daye ku haya wî ji edebiyat û helbestên gelên din heye. Di vê helbestê de zimanekî îrfanî û felsefeya îslamî jî hatiye bikaranîn. Lê di heman demê de kurdînivîs bûye û bo wî girîng bûye bi zimanê xwe hizir bike û binivîse. Melayê Cizîrî, xwe û zimanê xwe û welatê xwe û zimanên din û helbestvanên din û welatê wan daye ber hev û tu carî xwe û zimanê xwe û welatê jî ji wan kêmtir nedîtiye. Di beyta jêrê de bibînin ka

Awa nasnameya hunerî û zimanî û mekaniya xwe ligel yên din dinirxîne û bêyî ku nijadperestiyê bike, nerîna xwe tîne ziman:

Ger Lui Luiê Mensûr Ji Nezmê Tu Dixwazî

Wer Şî’ra Melê Bîn, Te Bi Şîrazî Çi Hacet

Di vir de Melayê Cizîrî ligel guhdarên kurd daxive, ew guhdarê kurd ku ketiye dû ziman û nasnameyek din û jê re dibêje, eger tu li dû gewhera nivîskî û helbestan î, here helbestên Melayê Cizîrî bixwîne ku bi kurdî hatine nivîsandin û pêwîstî bi yekê nake bikevî dû Şîrazî, ku mebesta wî helbestvanên Fars, Hafizê Şîrazî û Seidî Şîrazî ye. Melayê Cizîrî şîretê li kurdan dike û dibêje, girîngiyê bi ziman û kultura xwe bidin. Eger gelên din bûne xwedan dewleta hunerî û diravê (sikke) xwe yê hunerî zerb kirine, ku nîşana paşatî û serbxwebûnê ye, Melayê Cizîrî jî dengê xwe bilind kiriye û dibêje, min jî wek nûnerekî zimanê kurdî, diravê helbestê zerb kiriye û ew dirav niha li cîhanê de tê bikaranîn. Wate dewleta xwe ya hunerî bi fermî nas dike û diravê xwe yê hunerî jî wek diravekî bi qîmet dizane û ev jî wate bawerbûna netewî û hunerî. Li vê beytê binêrin ka çawa tê de behsa vê mijarê kiriye:

Sikkeya Şê’ra Me Bi Navê Te Hat

Lew Bi Eyarî Di Cîhanê Da Rewac

Di wê serdemê de û helbet heta niha jî, nivîskar û hunermendên her neteweyekî hewl didin bi gotina hinek daxwaz û idiayan, nivîs û berhemên xwe bi nirx nîşan bidin. Gelek ji helbestvanên wê demê yên Fars û Ereb wisa kirine. Bo nimûne, Hafizê Şîrazî dibêje:

Bêdîn Şê’rê Terrê Şîrîn Zi Şahenşeh Eceb Manem

Kê Ser Ta Payê Hafiz Ra Çêra Der Zer Nemîgîred

Wateya wê ewe: bi vê helbesta nazik û şîrîn, ez heyret dimînin ku çima şah tijî destê Hafiz zêrr nake û wî xelat nake! Melayê Cizîrê daxwaza zêrran ji tu kesî nake lê dibêje:

Di Î’cazê Beyanê Da Suxen Ger Bête Însafê

Dizanit Muxteser Her Kes Melê Sîhre Îbaret Kir

Wate di şêwaz û zimanê vegotinê de eger peyv bi însaf tevbigere, dizane ku Mela bi kelama xwe karekî derasayî kiriye. Di beytek din de jî dibêje:

Şê’rê Melê ko wek rewan

Daye te canê merivan

Pir me li bergê erxewan

Dîne xezel li nik şetet

Melayê Cizîrî di vir de dibêje: Helbesta Mela wek rewan can daye mirovan û ew fêrî dildariyê kirin û xistin ser rêça Xwedanasiyê. Gelek helbest û xezel hene, bi wate û bi nirx in lê li hember helbestên Mela, bê çare ne.

Tevahiya wan mînakan nîşan didin ku Melayê Cizîrî agahane û zanayane, helbestên kurdî nivîsiye û armanca wî jî xemilandin û dewlemendtirkirina zimanê kurdî bûye û gihîştiye vî mirazê xwe jî. Xîmek bo helbesta kurdî daniye ku heta niha jî bi qehîmî maye û avahiya edebiyata kurdî li ser hatiye çêkirin.

Di helbestên xwe de hem zimanekî zehmet bikar aniye hem jî zimanekî sade. Helbesta wî ya bi navê “Sebahel Xeyr Xanê Min”, şahkarekeke bê wêne ya sadeyî û bilindiya hunerî ya helbesta kurdî ye:

Sebahul-xeyr xanê min

Şehê şêrîn zebanê min

Tu yî rûh û rewanê min

Bibit qurbana te canê min

Te`ale l-lah çi zat î tu

çi wê şêrînsifat î tu

Ne wek qend û nebat î tu

Yeqîn rûh û heyat î tu

Heyat û raheta can im

Sebahul-xeyr ya xanim

Were bînahiya çavan

Bibînim bejn û balayê

 

Sebahul-xeyr mesta min

Letîfa cam bi desta min

Xumar û meyperesta min

Tu yî meqsûd û qesta min

Ji meqsûdan tu yî bes min

Bibin ber çerxê etles min

Ji xeyrê te nevêt kes min

Bi reştûzên muqewwes min

Di benda zulfê çewgan im

Sebahu l-xeyri ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Ji wê zulfê ji wê bendê

Reha bim lê ji peywendê

Siyehçeşmê spîzendê

Te sohtim şubhetê findê

şubhê şem` û şemal im ez

Ji ber hubba te lal im ez

De`îf im wek hilal im ez

Sifet goyîn dikalim ez

Vi bilbil ra bi evxan im

Sebahu l-xeyri ya xanim

Were bînahiya çavan

Bibînim bejn û balayê

 

Vi bilbil ra şev û rojê

Li ser wê terh û bişkojê

Enîmahê şefeq rojê

Te sohtim şubhetê dojê

Ko dûr im ez ji wê horê

Tinê carek li ser sûrê

Ji Wadî-eymena Torê

Tecella kir di nêv nûrê

Ji wê sohtî dil û canim

Sebahu l-xeyri ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Ji husna wê tecellayê

Yedê beyda û balayê

çi wesfan bêm xeber nayê

Welê dil cezbeyê dayê

Ne hişyar im ji wê berqê

Ji zertacê li ser ferqê

Spêde da heta şerqê

Belê naêximê ferqê

Ji derbê `işqê nalan im

Sebahu l-xeyri ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Zerîf î nazik î şeng î

Sifethor î perîreng î

Bi rojê ra tu hevdeng î

Du reştûzên siyehyeng î

Kişandin lê ne wek caran

Xedengên qewsê nûbaran

Ji rengê şîr û mûkaran

Reşandin sîne wek baran

Ji wê derbê pir êşan im

Sebahul-xeyr ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Veke carek xet û xalan

Li ser wan mesned û palan

Bixwîne lê me `ebdalan

Bibînin `îd û sersalan

îcazet dî me destûrê

Perîrengê sifethorê

Ji nêva zulmet û nûrê

Binoşîn mey di ferfûrê

Ji dil talanê xalan im

Sebahul-xeyr ya xan im

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Ji şehkasa ko qerqef tê

Meya nûrîn muşerref tê

Nişanek dilberê keftê

Ji bo min her seher xef tê

Ji wê camê dinoşim ez

Seher lew ney li hoş im ez

Ji `amê lê dipoşim ez

Bi can her lê dikoşim ez

Ko xalib mest û sekran im

Sebahul-xeyr ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

Were pêşber Melayê xwe

şehîd û mubtelayê xwe

Bi şefqet ke liqayê xwe

Mela nemrit bi dayê xwe

Mesîhayê li bîmaran

Kesên geztî du reşmaran

şehîdên şîr û mûkaran

Kirî amancê nûbaran

Li dîdara te heyran im

Sebahul-xeyr ya xanim

Were bînahiya çehvan

Bibînim bejn û balayê

 

 

 

KURDŞOP
1647 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!