Dahata 2022 – 2023 ya qeysiyên hişk ên parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê 435 milyon dolar derbas kir

Li parêzgeha Meletî di sala 2022 – 2023yê de 80 hezar û 606 tonên qeysiyên hişk kirî derveyî welat re hatiye henarde kirin û 435 milyon û 546 hezar dolar dahat hatiye bidest xistin.

Kurdshop – Parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê xwedî keşûhewayekî gelek guncaw ê ji bo çandin û cotkariyê ye. Bi taybet jî Meletî bi qeysî ango zerdeliyên xwe ve li hemû Bakurê Kurdistan û Tirkiyê xwedî navûdengekî taybet e.

Li parêzgeha Meletî di sala 2022 – 2023yê de 80 hezar û 606 tonên qeysiyên hişk kirî derveyî welat re hatiye henarde kirin û 435 milyon û 546 hezar dolar dahat hatiye bidest xistin.

Serokê Borsaya Bazirganiya Meletiyê Remezan Ozcan di avahiya Borsayê de ji rojnamevanan re ragehand, demsala henardekirina qeysiyên hişk ku 01.08.2022yê destpê kiribû, roja 31.07.2023yê jî bi dawî bûye.

Herwaha ragehand, piştî erdhejên 6ê Sibatê yên navenda wê Gurgum an jî Mereş a Bakurê Kurdistanê gelek bandorekî xirab kir û di wan 6 mehên borî de tekoşîneke bêhempa ya ji bo asayîbûnê hatiye dayîn. Ozcan got: ‘’Yekitiya Ewrupayê qeysiyên herêmê wek marke pejirandiye û berhemekî çandiniyê ji bo bajarekî, ji bo herêmê û ji bo welat çend giringe me di dema erdhejê de baş dît. Ji meha Sibatê heta naha li gel hemû neyêniyan û ji ber koçberiya ku çêbû me gelek astengî jiyan kirin û li gel wê jî hemû kargehan di asteke xwarê de be jî dest bi kar kirin. Ew kargehên me îro hemû vegeriyan rewşa asayî û ev yek cîhê dilxweşiyê ye. Henardekirina me ya qeysiyên hişk li gel hemû wan rewşên xirab jî berdewam kir.’’

Remezan Ozcan got, tenê di meha Tîrmehê de me 3 hezar û 276 ton qeysiyên hişk henarde kir û 20 milyon û 416 milyon dolar dahat bidest xist û ragehand: ‘’Di wan 12 mehên derbasbûyî de 80 hezar û 606 ton qeysiyên hişk hatin henarde kirin. Ev ji bo aboriya welat, ji bo aboriya herêmê û ji bo aboriya Meletiyê bû sedem ku 435 milyon û 546 hezar dolar dahat li gel xwe bîne. Li gor salên berê asta henarde kirine parastin û bidestxistina vê dahatê em giring dibinin. Me wek armanc 100 hezar ton ji bo henarde kirine û wek 500 milyon dolar dahat kiribû armanc û ji bo wê jî me kar kir. Herçend di qebare û dahatê de hin hatûçûn hebin jî ev yek asayî ye û ji ber li cîhanê di fêkî û mêweyê hişk de, herwaha hewsengiyên aborî de ji ber paşdeçûnên heye ev cudayî gelek asayî ye ku çêbibin. Bi giştî li gor sala borî 60 milyon dolar dahata me jî zêde bûye û ev jî pêşketinekî başe.’’

Remezan Ozcan diyar kir, ji bo sala 2023 – 2024ê jî wek armanc diyar kirine ku 750 milyon dolar dahatê bi henarde kirina qeysiyên hişk bidest bixin. Û got: ‘’Ji bo em bigehin vê armancê jî divê em hemû li gel yek tekoşînê bikin.’’

KURDŞOP
644 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!