Hemwelatiyekî Gever a Bakurê Kurdistanê 30 sale karê komkirina tov û dendikên kengiran dike

Şadî

Kurdshop – Hemwelatiyekî ji bajarê Gever a ser bi parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê yê bi navê Mehyet Es, 30 sale bi komkirina tov û dendikên kengiran difroşe û her salê 2 mîlyon dolar dahatê ve sûd digehîne aboriya bajêr.

Tov û dendikên kengirê ku di demsala biharê de li navenda Colemêrg û navçeyên wê de şîn dibin, çawa ku ji bo gelek nexwaşiyan bi sûde, ji bo gelek malbatan jî bû ye, deriyê debara jiyanê û bi dest xistina dahatekî baş ê jiyanê. Cotkarê bi navê Mehyet Es ku li navçeya Geverê dijî, ev 30 salin tovên kengiran yên ku kom dike, di kargeha xwe de hildibijêre û difroşe.

Mehyet Es ku her sal nêzîkî 400 ton tovên kengiran kom dike, di heman demê de ji bo 40 kesan jî deriyê peyda kirina debara jiyanê û dahatê vekiriye.

Mehyet Es ku salê 2 mîlyon dolar dahat û tevkariyê dide aboriya wî bajêrî, dibêje, ‘’ Em li vir kengiran hildibijêrin û piştre jî dixin nava torbeyan de. Ji ber ku kengir bixwe giyayekî bi sitirî û keleme, em jî lepikan bikar tînin. Em van kengiran li Colemêrg û tevahiya navçeyên wê kom dikin û tînin vê derê û di kargehê de hildibijêrin.’’


Mehyet Es dibêje: ‘’ Piştî ku em pêvajoya vêderê ya kengiran temam dikin, difroşin Başûrê Kurdistan û Iraqê.  30 salin ku ez vî karî dikin. Wek hûn jî dizanin, xelkê me meha 6ê heta meha 7tê wan kengeran kom dikin. Ew jî tovên kengirên ku kom dikin, ji bo me tînin û difroşine me. Em jî dişînin bazarên Başûrê Kurdistan û Iraqê.’’

Mehyet Es dibêje: ‘’Em her sal nêzîkî 400 ton tovên kengiran kom dikin. Em asta wê ya yekem li ser 250 TL yî werdigirin. Ev der di heman demê de ji bo nêzî 40 kesî jî dibe deriyekî debara jiyanê û peyda kirina dahatê. Li gel vê, 2 mîlyon dolar ji herêmê re dibe destkeft. Armanca me ew e ku em li Colemêrg û navçeyên wê kargeheke mezintir ava bikin."

KURDŞOP
691 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!