Henardekirina nanê Tîrî ji Herêma Kurdistanê ve bo welatên derve

Nanê Tîrî bi sedema ku sade tê pêjandin û di pêkhateya wê de jî madeyên zirar heyî bikar nayên, ji welatan re jî tê firotin. Li sala 2022an rêjeyeke zêde li nanê Tîrî ku ji aliyê jinan û kargehên van ve berhem hat, ji welatên Ewrupî re hat firotin

Nanê Tîrî yek ji van nanan e ku li Kurdistanê tê pêjandin û xwarin. Nanê Tîrî ku çavkaniya dirustkirina vê li gundên Kurdistanê serî rakiriye, bi sedema man û şêwaza pêjandina bedev û kêrhatî ya wê wisa kiriye ku ji welatên cîran û welatên Ewrupî re jî bê firotin. Ev nanê han ku zêdetir bi destê jinan tê pêjandin, tevî bedevî û nazikbûna wê, ji aliyê tendrustiyê ve jî pir bi feyde ye. Ev jî ji ber ku sode tevlî nine û bo rîviyan nanek saxlem e û her weha bo nexweşiya Kolonê jî feyde heye û heta bo van mirovên ku nexweşiya şekir û tansyonê heye jî feyde dike; Ji ber ku di hundirî nanê Tîrî de ti rêjeyek li dohn an rûn tune ye. Û pisporên warên xwarinê jî dibêjin, ji bo van mirovên ku pirsgirêka mehandina xwarinê hene, wek tendrustirîn bijarde, nanê Tîrî û nanê Hewramî hildibijêrin.

Nanê Tîrî bi sedema ku sade tê pêjandin û di pêkhateya wê de jî madeyên zirar heyî bikar nayên, ji welatan re jî tê firotin. Li sala 2022an rêjeyeke zêde li nanê Tîrî ku ji aliyê jinan û kargehên van ve berhem hat, ji welatên Ewrupî re hat firotin. Bi taybet jî welatê Brîtaniya û welatên din yên weke Îtalya, Almanya, Swêd, Norwêç û çendîn welatên din ji berhemên nanê Tîrî yê Kurdistanê dikirin. Her weha ev rêjeya nanê Tîrî li heyama sala derbasbûyî de ku ji welatên Ewrupî re hatiye firotin bi buhaya 90 Hezar Dollarî bûye. Her weha bo derfirotina zêdetir a nanê Tîrî û Hewramî bo salên bê de plan hatiye darêjtin; Ji ber vê jî daxwaziyên vê nanê nazik û sade roj bi rojê di zêdebûnê de ye.

Li gor zanyariyên ku ji aliyê kargeha pêjandina nanê Tîrî hatine belav kirin; 8 nanê Tîrî bi nirxa 3 heta 2 Dolaran difiroşin. Û her kîloyek ard nêzîkî 13 heya 10 nan tê pêjandin û nanê Tîrî û nanê Hewramî û nanê Ceh, sê coreyên taybet yên nanê Tîrî ne. Û ji aliyê kualîtî û kontrola piraniya van welatên ku nanê Tîrî ji van re tê firotin, kualîtiya nanê Tîrî yê Kurdistanê di asta herî bilind de ye. Bikaranînên nanê Tîrî li welatên derve nek tenê ji aliyê Kurdan ve belkî ji aliyê rûniştiyên resen yên van welatan ve jî daxwazkariyên vê hene.

Hev dem derfirotina nanê Tîrî li Kurdistanê, wisa kiriye ku rêjeyek pir baş li jinan di vî warî de bişixûlin û nanê Kurdî berhem bînin, wate desteyek karkerên baş bi taybet jî jin di vî warî de dişixûlin ku ev yeka jî li ser pêşxistin û vejîna dahata tak û welat de bandora wê heye.

Beşek li kargehên pêjandina nanê Tîrî têkiliyên van di gel van kargehên ku li welatên Ewrupayê hatine avakirin û nanê Tîrî berhem tînin hene û ev karên han jî ji aliyê hejmarek bazirganên Kurd ve û bi mebesta xurtkirina têkiliyên aborî yên welatên Ewrûpî di gel Kurdistanê û bi destxistin û destkevtina qezenc û bilinkirina dahatê tê encam dan.

KURDŞOP
635 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!