Tûdirkên Sêrtê ji bo 34 welatan tên henarde kirin

Li gundê Yunuslar a ser bi navçeya Misirc a Sêrtê li ser zeviyekî 230 donim erd baxekî tûdirkan ê yek parçeyî ku li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yê herî mezin hilberîna tûdirkan an jî dirîreşk an tê kirin.

Kurdshop – Li navçeya Misirc a ser bi parêzgeha Sêrt a Bakurê Kurdistanê, tûdirk an jî dirîreş ên li ser 230 donim erd tên berhemanîn, dema rakirina wan destpê kir û welatên ereb û Asya Rojhilata Dûr jî di nav de bi giştî ji bo 34 welatan tên henarde kirin.

Li gundê Yunuslar a ser bi navçeya Misirc a Sêrtê li ser zeviyekî 230 donim erd baxekî tûdirkan ê yek parçeyî ku li ser asta Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yê herî mezin hilberîna tûdirkan an jî dirîreşk an tê kirin.

Vê derbarê de birêveberê parêzgeha Sêrtê yê Çandinî û Daristanan Ergun Demîrhan ragehand, sala borî 130 ton hilberîna tûdirkan di vî baxî de hatiye kirin û îsal jî 150 ton helberîn tê bendewarî kirin. Îro bi navê parêzgehê û herwaha bi giştî bi navê welat jî ev cîhê serbilindiyê ye ku em xwedî baxekî fêkî yê wisa ne. Ev bax li ser asta Tirkiyê jî baxê tûdirkan ê herî mezin e. Baxekî yek parçeyî ku 230 donime û tenê tûdirk lê tê çandin. Ev baxê herî mezin ê li ser asta Tirkiyê ye. Sala 2020ê de zêdetirî 80 tonan, sala 2022yê de 130 ton berhem hat bidest xistin. Îsal jî dê derdora 150 tonan hilberîn çêbe. Hilberîna ku li vê derê çêdibe piraniya wê ji bo Rojhilata Dûr a Asyayê tê henarde kirin. Ji ber wê jî dahata wê zêdetir e û fêkiyekî bi nirx e. Em dixwazin hilberîna wê bi giştî li parêzgehê zêde bikin û berfireh bikin û ji bo aborî û henarde kirinê jî ev fêkî gelek bi sûd e.

Yek ji hilberînerên tûdirkan ê bi navê Mihemed Sabît Ceylan jî, ku di baxê xwe de 14 cureyên tûdirkan diçîne dibêje: ‘’Em ceribandinên xwe yên li gor taybetmendiyên erdê herêmê berdewam dikin û 14 cureyên tûdirkan em diçînin. Naha em vî fêkiyi bi awayê taze, cemidandî û herwaha li gor bidestxistina ava wê berhemên xwe dişinin bazarê.  

Herwaha diyar kir, ji bo hemû marketên navxweyî bi awayê fêkiyê taze û ji bo derveyî welat ango Rojhilatê Dûr û welatên Nîvgirawa Erebî wek fêkiyê taze û bi balefirên barhelgir ve em dişinin. Pênaseya baxê herî mezin li ser asta Tirkiyê bi 230 donim erd ve me bidest xistiye.

Hilberîner Mihemed Sabît Ceylan got: Em naha wek fêkiyê taze ji bo Nîvgirawa Erebî ango ji welatên Dubayî, Kuwêt, Erebistana Siûdî, Yemen tûdirkan dişinin. Herwaha ji bo welatên Rojhilata Dûr ên wek Sîngapûr, Malezya û Maldîvan bi rêya balefirên barhelgir ve em henarde dikin. Derveyî wê ango wek fêkiyê taze, em ji bo bidestxistina ava tûdirkan ango av mêve em bi giştî ji 34 welatan re wek ava fêkî em vî berhemî dişinin.

KURDŞOP
576 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!