Di Pêşbirka Navnetewî ya Hingiv de, Hingivê Bedlîsê xelata ‘’Hingivê Zêrîn’’ bidest xist

Serdar Ersan, bi hingivê ku ji zozanên bilind û xwedî giya, gul û şînkayiya dewlemend berhem anîbû ve beşdarî pêşbirkê bû û ew hingiv gelek hate ecibandin û xelatê ‘’Hingivê Zêrîn’’ bidest xist.

Kurdshop – Mêşvanê Bedlîsê Serdar Ersan di Pêşbirka Navnetewî ya Hingiv a li Londonê de bi (London International Honey Competitions) bi navê bajarê Bedlîsê beşdarî pêşbirkê bû û serkeftinekî mezin bidest xist.

Serdar Ersan, bi hingivê ku ji zozanên bilind û xwedî giya, gul û şînkayiya dewlemend berhem anîbû ve beşdarî pêşbirkê bû û ew hingiv gelek hate ecibandin û xelatê ‘’Hingivê Zêrîn’’ bidest xist.

Hat ragehandin ev xelat dê bibe sedem ku hingivê Bedlîsê hîn zêdetir bê nas kirin.

Pêşbirka Navnetewî ya Hingiv

Pêşbirka Navnetewî ya Hingiv (London International Honey Competitions) de li çar aliyên cîhanê gelek mêşvan û veberhênerên hingiv beşdariyê dikin û li gor çawanî û kalîteya hingiv û wek hingivê ku bêhempa û nimûneya wê tine û pêşbirkekî xwedî prestîj ango bi rûmet tê nirxandin. Ev pêşbirk hersal li paytexta Brîtanyayê Londonê birêve diçe.

London International Honey Competitions, li hemû cîhanê gelek civatên mêşvanan kom dike û bi sedan mêşvan beşdarî wê pêşbirkê dibin. Pêşbirk, ji bo berhemdarên hingiv, cureyên hingivên cuda, pêkhateyên wê, tam, reng û kalîte û li ser bingehê wan pîvanan dihêle ku hemû mêşvan berhemên xwe pêşkeş bikin û derfeta nirxandina berhemên wan derdikeve holê.

Di pêşbirkê de jûrî ango ew lijneya şêwirê, çawa xuya kirina hingiv, pêkhateya wê, tama wê, zelalbûna wê, şêweyê ceribandina wê û bi giştî jî kalîteya wê li berçavan digre. Berhemên herî baş ên hingiv jî bi cureyên cuda cuda ve tên xelat kirin û xelatê ‘’Hingivê Zêrîn’’ ê pir xwedî rûmet jî dide hingivê herî baş.

London International Honey Competitions, ji bo hilberînerên navnetewî danasînekî baş dike û li gel wê derfetê jî beşdarvanên ku ji welatên cuda tên, di navbera wan de derfeta hev naskirin û parve kirina ezmûn û hewkariya hev kirinê jî ava dike.

Pêşbirka Navnetewî ya Hingiv, ji bo hilberînerên hingiv dibe platformekî xwe dayîna naskirin û baweriyê, ji aliyê din ve ji bo kesên ku hingiv dikrin jî dibe qad û helbijardeyekî ku bikarin hingivên baş û cuda jî tam bikin.

 

KURDŞOP
663 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!