Parêzgeha Meletî ji bo 110 welatan bi nirxê zêdetirî 169 milyon dolaran qeysî henarde kirin

Li gor dane û amarên Borsa Bazirganiya Meletî, di asta Yekitiya Ewrupayê de, berhemên qeysî yên Meletiyê bi belgeya amajeya erdnîgarî ve dahata wê ya henarde kirinê zêde bûye.

Şadî

Kurdshop – Piştî erdhejên ku navenda wê Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê bajar û parêzgeha Meletî jî ziyanên mezin dîtin û îsal ji meha Çile heta meha Gulanê ji bo 110 welatên cîhanî 31 hezar û 115 ton qeysî ango zerdaliyên hişk hatine henarde kirin û bi nirxê 169 milyon û 582 hezar dolar dahat hatiye bidest xistin.

Li gor dane û amarên Borsa Bazirganiya Meletî, di asta Yekitiya Ewrupayê de, berhemên qeysî yên Meletiyê bi belgeya amajeya erdnîgarî ve dahata wê ya henarde kirinê zêde bûye.

Tenê di meha Gulanê de 4 hezar û 957 ton qeysiyên hişk hatine henarde kirin û li hember wê 30 milyon û 686 hezar dolar dahata wê hebûye.

Di 5 mehên borî yên sala 2023yê de di serî de Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya, Australia, Brezîlya, Holanda, Rûsya, Îsraîl, Îtalya, Îspanya, Îmarat, Kanada û Misir di nav de bi giştî ji bo 110 welatên cîhênê bi giştî 31 hezar û 115 ton qeysiyên hişk hatine henarde kirin û 169 milyon û 582 hezar dolar dahata hebûye.

Li cîhanê bi giştî hilberîn û berhemanîna qeysiyên hişk beşekî wê yê mezin li Meletî pêktê û sala borî di heman demê de 28 hezar û 205 ton qeysiyên hişk hatibûn henarde kirin û 143 milyon û 318 hezar dolar dahata wê hebû.

Serokê Borsaya Bazirganiya Meletî Remezan Ozcan jî ragehand, me henarde kirina qeysiyên hişk di meha Gulanê de bi awayekî serkeftî temam kir.

Herwaha got, mehên Sibat, Adar û Nîsanê di bin siya erdhejê de derbasbû, lê henarde kirina qeysiyên hişk nerawesta. Îsal hem di henarde kirinê de hem jî di dahatê de zêdebûn çêbû û ev cîhê keyfxweşiyê ye. Li aliyekî berhemên ku pêwîste bê henarde kirin, henarde kirina wê berdewam dike, li aliyê din jî em amadekariyê bo demsala çinîn û komkirina berhemên îsal dikin.

Li paytexta qeysiyên cîhanê Meletiyê, berhev kirin û çinîna îsal dê heftiyên destpêka meha Tîrmehê de destpê bikin.

KURDŞOP
621 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!