Kurdshop – Li Beldeya Norşîn a ser bi parêzgeha navendî ya Mûş a Bakurê Kurdistanê, ji aliyê veberhênerekî ve kargehekî cilûbergan li ser rûbera 5 hezar metre çargoşeyî de destbikar bû.
Veberhênerê ku sûd ji derfetên dewletê wergirtin û li ser rûbera 5 hezar metre çargoşeyî kargeha tekstîlê ango dirûtina cilûbergan ava kir û li gel berhemanîna cilûbergan, herwaha derfeta kar jî ji bo 500 kesan ava kir û wan berhêmên ji kargehê derdikevin jî dê bifroşe gelek welatên cîhanî jî.
Li navçeya Norşîn a Mûşê veberhênerekî ku 5 hezar metre çargoşe erdê ku ji aliyê parêzgeriya Mûşê ve hate dabîn kirin ve kargeha cilûbergan danî û li herêmê take kompanyaya ku cilûbergên taxim di wê kargehê de tên dirûtin û di kargehê de 500 karkeran jî destbikar kirin.
Yek ji şirîkên kargehê yê bi navê Mustafa Bîlen ji rojnamevanan re ragehand, di çarçoveya teşfîq ango paldana veberhêneriya dewletê de ew piştevaniya ku hatiye kirin ve di kargeha cilûbergan de dest bi berhemanîna cilûbergan kirine û hem ji bo navxweyî welat û hem jî ji bo derveyî welat dest bi firotina berhemên xwe kirine. Wek kompanya ‘’Sungu (Norşîn) Bajarê Tekstîl’’ RGZ li herêmê dest bi berhemanîn cilûbergên taxim kirine û take kompanyane ku li herêmê wî karî dikin û ragehand: ‘’Di kargehê de 500 karker hatin bicîhkirin û mehane 24 hezar cilûbergên taxim tên berhemanîn. Ew cilûbergên em berhemtînin hem navxweyî Tirkiyê û hem ji bo derveyî welat em dişînin. Ji bo Stenbolê, Amerîka, Holanda, Almanya, Îtalya û Fransayê em berheman dişînin. Em ji piştevaniya dewletê ya avahî, cîh û baca kêm sûd werdigrin. Kargeha me li ser rûbera 5 hezar metre çargoşeyi hatiye ava kirin û ji aliyê parêzgariya Mûşê ve radestî me hate kirin û ji bo vê piştevaniyê jî ez spasiya rayedarên dewletê dikim.
Herwaha rêveberê kargehê Orhan Ender jî diyar kir, wek kompanya RGZ ya cilûbergan ji bajarê Îzmîr a Tirkiyê hatine deverê û li deverê wek baskekî kompanya xwe destbikar bûne. Û ragehand: Berhemên xwe em piranî hem ji bo navxwe û hem jî ji bo derve dişînin. Em dişînin gelek welatan.