Rola berhemanîna pêlavên Kilaş di aboriya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de

Beşek xuya li dahata rûniştiyên parêzgeha Kurdistanê pêwendî bi berhemanîn û xizmetguzarî û parvekirina karên destî(Karsaz) ve heye û ev sektore dikare mîna potansiyeleke aborî û şiyanek bo vê parêzgehê  bê hesab kirin.

Kanî

Kurdshop – Pêlava Kilaş weke girîngirtîn pîşeya destî (Karsaz) ya vê parêzgehê tê hesabkirin û ev pîşesaziya girîng ku hunera destî ya jin û zilamên vê nîştimanê ye, ne tenê li Îranê herwaha di cîhanê de naskiriye û navûdengê cîhanî bidest xistiye. Berhema pêlava Kilaş di vê parêzgehê de di halê vegeşînê de ye û hejmareke zêde li jin û zilamên li bajarên mîna Merîwan, Sewlava û Hewramanê mejûlî wî karî ne.

Bajêrê Merîwanê weke paytexta dirustkirina pêlava Kilaşê di cîhanê de hatiye naskirin û hejmareke zêde li jinên wî bajêrî mejûlî dirustkirina pêlavên Kilaşan in. Niha dahata sereke ya beşek li gundên navçeya Hewraman yên weke gundên, Nuwên, Hecîc, Kelcî, Hewramana Text, Palingan, Silên, Bilber û … hwd li rêya berhemanîna pêlavên Kilaşan tê dabînkirin û di vî karî de alîkar in, hemû endamên malbatan li gor şiyana xwe di vî karî de pişkidariyê dikin.

Di berhemanîna pêlavên Kilaşan di vê parêzgehê de, bê guman jin zêdetir ji endamên din yên malbatê rol dilîzin. Nêzîkî ji sedî 75 karê drustkirina pêlavên Kilaşan ji aliyê jinan ve tê encam dan û ji sedî 25 a din jî ji aliyê zilaman ve. Pir caran binê pêlavan bi destê zilaman tê dirustkirin, ji ber ku, hewcehî bi hêzeke zêdetir a destan heye. Alîkarî dana jinan bo binyat danîna serê pêlavan zêde hewce ye, ji ber ku evder hewcehî bi hûrbînî û qahîmiyek zêdetir heye. Li derheq başiyên vê cura pêlavê de, dikarin îşaret bi nehiştina  bêhna genî ya pêyan bikin, xwe parastin li pijûka pê û bakteriya li ser pêst, hênikbûn, kêmkirina êş û azarên pişt û azarên pê û … hwd.  

Nirxa temamkirinê ya pêlava Kilaşê di vê parêzgehê de cuda ye û li gor wan materyalên ku hatine bikar anîn bilind û nizim e, pir bi zehmetî bi nirxa 500 Hezar Tûmenî (10 Dolarî) destpê dike heta zêdetir li Yek milyon Tûmenî. (20 Dolarî)

Ev potansiyala ku heta astekê sûd di berhemanîna pêlava Kilaşê de heye wiha ye:

*Hêza karê erzan

*Şarezayî û pisporiya xelkê di berhemanînê de

*Pîşeya berê ya xelkê xwecihî

*Materyalên xav ên erzan

Asta berhemanîna Pêlavên Kilaşê di vê parêzgehê nikarî bi zelalî texmîn bikî, lê salane nêzî 300 Hezar cot pêlavên Kilaşê tên berhemanîn, ku bi diyarîkirina stratejiya aborî dikare asta berhemanînê zêde bibe.

Pîşesaziya Kilaşê di vê parêzgehê de bi sebebên han yên xwarê daketin bi xwe ve dîtiye:

*Delalî û navendgerayî, bi awayekê ku qazanca sereke ya vê pîşeyê naçe berîka berhemhêner û qazanca herî zêde delal werdigirin.

*Nebûna pêbendbûna aboriya di navbera berhemhêner û delalan de

*Nebûna amûrên pêşkeftî bona zêdekirina berhemanînê, ev yeka jî dibe sebeba kêmbûna rêjeya berhemanînê.

*Nebûna piştevaniya hikûmetî, mîna nebûna sendîkayek bo balanskirina nirxan, nebûna bazara firotinê, nebûna piştevaniya aborî bo berhemhêneran û yasaya kar.

Li gorî wan amarên ku ber dest in, nêzî 80 Hezar kes di vê pîşesaziyê de mejûl in û bi awayek rasterast û nerasterast dahat û debara jiyana xwe li bazara pêlavên Kilaşan de dabîn dikin. Digel hatina firoşgehên înternetî û çalakiyan li ser torên civakî, jin di malê de bi raçinîna pêlavên Kilaşê û firotina liser xet (Online), hinek dahatê bo debara jiyanê dabîn dikin.

Niha li warê hinardekirin û bazirganîkirina kelûpelên na petrolî de, pîşeyên destî (Karsaz) bi taybet pêlava Kilaşê roleke sereke dilîze. Tirk û Iraq (Bakûr û Başûrê Kurdistanê) du cihên sereke yên hinardekirina pêlavên Kilaşên Rojhilatê Kurdistanê ne. ji aliyek din ve, zêdebûna baca gumrikê bi taybet li Iraqê yek ji wan sebeban e ku bûye sebeba hinardekirina bi fermî û xwediyê pêlavên Kilaşan  ji wan re başe ku berhemên xwe ji rêya ne fermî ve hinarde bikin ji bo ku pir qazanc bikin. Tê texmînkirin ku salane di navbera 50 bo 70 Hezar cot pêlavên Kilaşan li Rojhilatê Kurdistanê bo Başûr û Bakûrê Kurdistanê bê hinarde kirin.

KURDŞOP
743 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!