Tiriyê reş li parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê

Di parêzgeha Sine de, 17 Hezar û 461 zevî heye ku 12 Hezar hektar bi awayê dêmî û 5461 hektar jî bi awayê avî ye. Zêdetir li 10 Hezar hektar ji wan zeviyan berav in, di salê de aliyê kêm 8 ton tirî li her hektarê de berhem tê.

Kanî

Pêgeha çandiniyê di parêzgeha Sine de

Kurdshop – Para çandiniyê di nav sektora aboriya Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, pêgeheke taybet heye. Sektora çandinî yek ji mijarên sereke yên geşekirina parêzgeha Sine tê hesab kirin û weke parêzgehek ku bi sedema hebûna panî û berfirehiya zêde ya zeviyên çandiniyê, rêjeya baran barîna guncaw, herikîna guncawiya zevî, nermiya kêrhatî, seqa û hewayeke taybet, dikare bibe cemserek bo geşedana berhemên çandiniyê.

Berhema tirî li parêzgeha Sine

Parêzgeha Sinê xwediyê 1 milyon û 220 hektar zeviyên çandiniyê ye ku 896 Hezar û 235 hektar li zeviyên berav û 121 Hezar hektar zeviyên dêmî li xwe digire.

Di parêzgeha Sine de, 17 Hezar û 461 zevî heye ku 12 Hezar hektar bi awayê dêmî û 5461 hektar jî bi awayê avî ye. Zêdetir li 10 Hezar hektar ji wan zeviyan berav in, di salê de aliyê kêm 8 ton tirî li her hektarê de berhem tê.

Di heyama sala borî de, 141 Hezar û 400 ton tirî li zeviyên parêzgeha Sine berhem hatiye ku ji berê jî 80 Hezar ton ji wan berheman bi şêweya dêmî û 61 Hezar û 400 ton jî bi şêweya berav berhem hatine. Bi vî awayî jî parêzgeha Sine li aliyê panahî û berhemanîna tiriyê hişk ve, piştî parêzgeha Fars pileya duyem de ye. Ji aliyê tiriyê beravê jî, di pileya 15emîn a Îranê de ye.

Bajarê Merîwanê bi berhem anîna ji sedî 37 koma berhema tirî yê parêzgeha Sine ji aliyê berhemanîna tirî ve, pileya yekem di parêzgehê de bidest xistiye û bajarên din yên weke Sewlava ji sedî 19 û Bane jî ji sedî 15 pileya duyem û sêyem de cih girtine.


yek ji taybetmendiyên herî diyar yên berhema tiriyê Kurdistanê sirûştî bûn e. ev berhema, dewlemend li dijî Oksîdan, ku bilî xwarina nû, bandorê li ser dabînkirina vîtaminan jî heye. Di rastiyê de di çandina vê berhemê de pir kêm û hinek caran jî ti peyînek bikar nayê, ji aliyek din ve tiriyê reş zêdetir bi awayê dêmî û piştgirêdan bi baranê tê çandin û ev yeka jî wisa kiriye ku çandin bi tevahî ji aliyê aborî ve guncaw be.

Bi berçavgirtina mesafeya di navbera rezan, vekolana bîrên avê bi awayekî dirust, qutkirina tayan di demsala Payîz an Biharê de, sûd wergirtin li ramanên pisporên warê çandiniyê, rêjeya berhemanîna tirî li her hektarê de zêde kiriye.

Corên tirî yên ku li Kurdistanê berhem hatine bi vî awayî ne, tiriyê Kişmişî bo tov, Eskerî, Fexrî, Xoşnav, Yaqûtî û … hwd.

Berhemên ku ji tirî tên çêkirin çi ne?

Tirî bilî ji vê yekê ku wek fêkiyekê bi şêweya nû tê xwarin, çend berhemek weke şerbet, Mêwûj, kişmiş û zeyta tovê tirî ku yekek ji binirxtirîn berheman e ji aliyê aborî û tendrustiyê ve, sirke û doşav jê dirust dikin; ev a jî wisa dike ku tirî roleke girîng di aboriya Kurdistanê de bilîze.

Qazancên tiriyê reş ên Kurdistanê di berîka bazirganan de

Bi sedema nebûna kargeh û bazara pêşkeftî di parêzgeha Sine de, ev tiriyê reş wir berhem tê nikare di bazarên nav parêzgehê de bifroşe û ji aliyeke din ve jî, ji ber ku mezaxta veguhastinê zêde ye, nikarin bibin bo kargehên parêzgehên din, lewma dibe bifroşin bazirganan û qazanceke kêm bo xwediyê baxçeyan heye û qazanca sereke ya vê berhemê diçe berîka bazirganên navber.

Berifrehkirina bazarên hinardekirin bo berhemên sektor çandiniyê, baştirîn şiyana rikeberiya hinardekirinan di bazarên navdewletî de ye, baştirîn kualîtî û zêdekirina berhemên çandiniyê, hinardekirina sektora çandiniyê û nasandina marka û birendên nû dikare roleke girîng di geşe pêdana sektora çandiniyê û derametekî baş bo welatiyan di parêzgeha Sine de bilîze.

Lê, ev yeka ye ku çandinî yek ji mijarên herî girîng e di geşepêdana parêzgehê de û weke birîna

KURDŞOP
730 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!