Li Şirnexê mêşvan salane 800 ton hingiw berhemtînin

Li Şirnex a Bakurê Kurdistanê pîşeya mêşvaniyê her diçe zêdetir pêş dikeve û bi giştî li parêzgeha Şirnexê bi hezaran mêşvan wî karî ve mijûlin û li gel zozanên Şirnexê yên bi navûdeng, naha jî dixwazin bi hingiwê Şirnexê navûdeng bibin

Kurdshop – Li Şirnex a Bakurê Kurdistanê pîşeya mêşvaniyê her diçe zêdetir pêş dikeve û bi giştî li parêzgeha Şirnexê bi hezaran mêşvan wî karî ve mijûlin û li gel zozanên Şirnexê yên bi navûdeng, naha jî dixwazin bi hingiwê Şirnexê navûdeng bibin. Bi giştî li seranserê parêzgeha Şirnexê 800 ton hingiwîn tê hilberandin. Ji aliyê din ve dewletê jî kargeha paketkirina hingiwîn xiste kar û herwaha wargeha hilberîna mêşan jî ava kir. Bi wî awayê tê plan kirin ku bi hezaran sandoqên mêşan bên belav kirin û ji bo îsal jî tê pêşbînî kirin ku 5 hezar sandoqên mêşan bên belav kirin.

Serokê Yekitiya Mêşvanên Şirnexê Hebîb Aşan ragehand, dewlet jî di sektora mêşvaniyê de veberhênanekî mezin dike. bi giştî li parêzgeha Şirnexê Wezareta Sanayî û Teknolojiyê û bi piştevaniya saziyên din ve dê belav kirina sandoqên mêşan bê kirin. Elbet ev yek dê hêz bide hêza me û bi giştî li parêzgeha Şirnexê dê 5 hezar sandoqên mêşan bên belav kirin. Herwaha dê hejmara endamên yekîtiya me jî zêde bibe. Herwaha dê dahata malbatan jî zêde bibe. Ev 14 sale me projeyên waha birêve birin. Hejmara me hezar û 100 kes e û me salana hilberîn û berhemanîna hingiwîn derxiste 800 tonan. Ev ji bo me serkeftinekî gelek mezin bû. Bi piştevaniya Ajansa Geşepêdanê ve, berhemanîna şaneyên bingehîn, herwaha bi hewkariya li gel zanîngehê ve lêkolînxane ango taqîgehê de li ser nexwaşiyên mêşan lêkolîn hatin kirin û binkeya berhemanîn û hilberîna yêmê mêşan jî em dê ava bikin. Ji aliyê din ve jî e paketkirina hingiwîn û ji bo wê jî kargehan ava dikin. Ev yek jî dê bibe sedem ku mêşvanên ne tenê li parêzgeha Şirnexê herwaha ji bo mêşvanên li herêmê jî emê madeyê xam û serekî dabîn bikin û ev yek jî derfetekî kar a giring e.

Hebîb Aşan diyar kir, 4 proje ketine kar û ragehand: ‘’Heta dawiya salê dê temam bibin. Eger 25 hezar sandoqên mêşan jî bên belav kirin, dîsa jî daxwaz û teleb heye. Herêma me ji bo mêşvaniyê gelek dest dide. Em spasiya Wezareta Sanayî û Teknoliyê, parêzgariyê û rêveberên navçeyan dikin, ku gelek alîkarbûn û asankarî kirin. Bi giştî 81 hezar sandoqên me yên mêşan hene. Herwaha vê derbarê de projeya me ya markebûnê jî jiyanî bû û hemû saziyên me jî li gel me hewkar û alîkar in û li gel me ne.’’

KURDŞOP
752 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!