Bakurê Kurdistanê, di sala borî de ji bo 104 welatên cîhanê îsota hişk henarde kir

Li Bakurê Kurdistanê, derveyî zêde bikaranîna îsot ango bîberê, bazirganiya wê jî bûye sektoreke girîng û ji bo 104 welatan îsot hat hinardekirin.

Kurdshop – Di serî de parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê û herwaha li cîhên din jî di nav de,  di sala 2022yê de ji bo 104 welatan, bi nirxê 10 milyon û 549 hezar dolaran îsota hişk hatiye henardekirin.

Li Bakurê Kurdistanê, derveyî zêde bikaranîna îsot ango bîberê, bazirganiya wê jî bûye sektoreke girîng û ji bo 104 welatan îsot hat hinardekirin.

Li gor amarên Yekitiya Henardekarên Başûrê Anadoluyê, ku hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê li xwe digre, sala 2022yê de ji bo 104 welatan bi nirxê 10 milyon û 549 hezar dolaran îsot hat hinardekirin. Di rêza yekemîn a hinardekirina 2022yê de Almanya û bi nirxê 435 hezar dolaran di rêza yekem de ye. Di rêza duyem de jî bi nirxê 430 hezar dolaran Hollanda û bi nirxê 362 hezar dolaran jî Erebîstana Suudî di rêza sêyem de ye.

Herwiha di 3 mehên destpêkê yên îsal de jî henardekirina îsotan li gor heman mehên sala 2022yê sedî 14 zêde bû ji bo 68 welatan bayê 2 milyon û 877 hezar dolaran îsot hat hinardekirin. Di mehên Çile, Sibat û Adara 2023yê de jî di serî de ji bo Almanya, Hollanda, Erebîstana Siûdî, Brîtanya, Herêma Kurdistanê û Iraq, Fransa, Amerîka, Rûsya, Îmarat, Lîbya, Kanada, Çin, Umman, Japonya, Bulgaristan, Gana, Mozambîk, Kuba û Fas 1035 ton îsotên hişk hat hinardekirin.

Serokê Meclîsa Borseya Bazirganiyê ya Rihayê Îsa Kizildemir vê derbarê de ragehand: “Zêdebûna hinardeya îsotê ku sala par dest pê kir, di 3 mehên destpêkê yên îsal de jî berdewam kir. Cotkarên me tevî hemû zehmetiyan berhemanîna xwe berdewam dikin.’’

Îsa Kizildemir ragehand: “Dema ku tûjî û îsot bê gotin berî hertiştekî Riha tê bîra mirovan. Îsotên Tirkiyê beşêke mezin li Rihayê tên çandin. Kompanyayên hinardekirinê îsotên me ji welatan re hinarde dikin. Di sala pêşiya me de ez bawer dikim îsotên me dê hîn zêde metbex û aşpêjxaneyên dewletan bi tam bikin. Di demeke hindik de berhemên îsotan derkevin. Eger piştgiriya berhemhênerên îsotê bê kirin, dê hinardeya me zêde bibe.”

KURDŞOP
635 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!