Urmiye, ji bilî zêr û çend kanzayekî bi qîmet, xwedanê 70 milyon ton kevirê ciwankariyê ye

Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê yek ji dewlemendtirîn parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye

Silêman Taşan

Kurdshop -  Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê yek ji dewlemendtirîn parêzgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi dehan cure kanza û kevirên ciwankariyê li wê parêzgehê de hene ku bûne çavkaniya dahatê, lê xêr û bêra wan bo xelkê parêzgehê nîne û hikûmetê jî wek pêwîst nekariye girîngiyê bide vê sektorê.

Li gorî amarên dawî yên Fermangeha Pîşesazî, Kanza û Bazirganiya Îranê, parêzgeha Urmiyê ji bilî çend kaniyên zêr û kanzayên bi qîmet, xwedanê 70 ton kevirên ciwankariyê ye jî ku heta niha beşek kêm ji wê yekê hatiye derxistin û piraniya wê di bin erdê de maye. Kevirên han ji curên mermerît, terawerten, giranît, mermer û çendîn curên din in.

Şiyana berhemanîna salane ya van cure keviran li parêzgeha Urmiyê, du milyon û 500 hezar ton e, lê tenê milyonek û 350 hezar berhem hatiye. Ji tevahiya kevirên ku tên berhemanîn, %10 ji curê mermer, %8 ji curê giranît, %5 ji curê çînko û yên din jî %49 mermerît û %28 terawerten e.

Yek ji girîngtirîn wan pirsgirêkên ku li ber sektora kanzayên Urmiyê heye, ew e ku madeyên xav bo parêzgehên din tê şandin û li wir guhertin bi ser de tê û derbasî bazaran tê kirin.

Her çi qas di wê sektorê de derfeta kar bo 5 hezar û 289 kesan hatiye dabînkirin û rêjeya weberhênanê digehe 573 milyar tûmen, lê ev li gorî rêjeya dewlemendiya parêzgehê, kêm e û pêwîst bû herî kêm bêkarî li parêzgehê nemîne.

Sê kargehên taybet bi birrîna keviran li bakûr û navend û başûrê parêzgehê hene, lê piraniya kevir û kanzayên parêzgehê bo parêzgehên din tên veguhestin. Lazim bû berovajî bûya, çimkî berhemên parêzgehên din jî bi rêka Urmiyê re bo derve tê şandin.

Hevsînorbûna Urmiyê ligel sê welatan û hilketina wê parêzgehê li ser rêka Îran-Ewrupayê, girîngiyek taybet dide parêzgehê lê ji ber ku her dem deshilata navendî bi nerînek ewlehî li parêzgehê dinêre, jêrxana parêzgehê nehatiye pêşxistin û berhemên wê yên xav bo deverên din tên şandin.

Li gorî dawî amarên Fermangeha Pîşesazî, Kanza û Bazirganiya Îranê, 523 kanza li bajarên cuda yên parêzgeha Urmiyê hene ku %65 ji wan aktîf in û bi fermî kar tê de tê kirin û salane bi giştî 18 milyon û 390 hezar ton madeyên kanzayî ji wan tê derxistin. Li Mehabdê dikare nîva pêdiviyên Îranê bi madeya barît dabîn bike û salane 110 hezar ton barît dixe bazarê.

Amar nîşan didin ku nêzîkî %8 ji tevahiya berhema kevir li Îranê, bo ciwankariyê tên bikaranîn û pêşxistina wê sektorê dikare bandorek gelek baş li ser afirandina derfeta kar hebe.

Rêveberê pîşesazî, kanza û bazirganiya Urmiyê, Ebdulhemîd Sertîpî ji medyaya Îranê re gotiye, eger tevahiya şiyana kargehên kevirê ciwankariyê bên aktîfkirin, parêzgeha Urmiyê dikare %10 pêdiviyê tevahiya cîhanê dabîn bike.

Yek ji girîngtirîn pirsgirêkên sektora kanzayî ew e heta niha hikûmetê nekariye jêrxana kanza avedan bike. Hikûmetê nekariye kirêdiya pêwîst bo kargehan terxan bike û girîngî jî nedaye rêk û cadeyan.

Li seranserê Îranê 68 cure madeyên kanzayî hatine dîtin ku li nav kazayan de hene û 51 cure ji wan kanzayan li parêzgeha Urmiyê ne. Ji wê jî 31 cure tên derxistin û 20 cure jî di qonaxa weberhênanê de ne. Ji bilî kevirên ciwankariyê, hejmarek kanzayên giran qîmet wek zêr, zîv, titan, barît, hesin û mîs û çend cure kevirên giran qîmet jî tên derxistin.

Rast e Urmiye di warê çandinî û bazirganî de xwedan pêgeheke girîng e lê pisporên aborî di wê baweriyê de ne tenê bi kevir û kanzayan Urmiyê dikare pir zû pêş bike û bibe sedema baştirbûna jiyana xelkê deverê û li aliyê din rolek aktîf di bilindkirina dahata welat de bileyîze. Pirsgirêk ew e parêzgeha Urmiyê wek parêzgehên din yên Rojhilatê Kurdistanê hatiye piştguhxistin û dagîrkirin û yên ku îdareya parêzgehê jî dikin, bo pêşxistina parêzgehê nehatine belkî bo talankirina wê hatine.

KURDŞOP
626 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!