Êlih...Nanpêjxaneya xwandevanên dibistanê rojê 35 hezar nan derdixin

Di nanpêjxaneya ku ji aliyê şaredariyê ve nanê wê tê belavkirin û nêzî 50 kesî xizmet dikin de, hosta û xwendekarên dibistanê yên ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatine peywirdar kirin her qonaxa hilberînê de bi hev re wî kari birêve dibin

Kurdshop – Dibistana Amadeyî ya Anadolu ya Pîşeyî û Teknîkî ya Malabadî ku rêveberiya nanpêjxaneya Şaredariya Êlihê hilgirtiye serxwe, di çarçoveya 'perwerdeyên pîşeyî' de karker, hosta û rêvebirê nanpêjxaneyê têde kar dikin û her roj bi qasî 35 hezar nan amade dikin.

Di çarçoveya protokola 'Hevkariya Perwerdeya Pîşeyî' ya di navbera Şaredariya Êlihê (Batman) û Rêvebiriya Perwerdeya Netewî de ku hat îmzekirin de, nanê li kargehekî ser bi şaredariyê ya li taxa Gultepeyê tê hilberandin û belaş ango bê pere li ser walatiyên ku pêwîstiya wan heyî tê belav kirin.

Di nanpêjxaneya ku ji aliyê şaredariyê ve nanê wê tê belavkirin û nêzî 50 kesî xizmet dikin de, hosta û xwendekarên dibistanê yên ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hatine peywirdar kirin her qonaxa hilberînê de bi hev re wî kari birêve dibin. Ew nanê ku tê çêkirin, bê ku sûd jê bê wergirtin beşek ji wî nanî jî bi nirxekî erzantirî bazarê tê firotin.

Rêveberê dibistanê Osman Atmalar jî ragehand, şaredarî hemû amûr û pêwîstiyên nanpêjxaneyê dabîn dike û herwaha belav kirina nan jî girtiye serxwe û di wê kargeha nan de nan jî bi erzantir ji bazarê tê firotin. Herwaha spasiya hemû aliyan kir ku, ew derfet jib o xwandevanan ava kirine.

 

KURDŞOP
691 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!