Li Wanê di kargehên dirûtina cilûbergan de mexdûrên erdhejê destbikar dikin

Mexdûrên erdhejê ku li mal, mêvanxane û di hotêlan de tên mêvan kirin, hemû pêdiviyên wan ên jiyanî bi derfetên xêrxwaz û xelkê û herwaha beşek jî ji aliyê dewletê ve tên dabîn kirin û naha jî di pêşengtiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Wanê ve helmetek tê pêşxistin.

Kurdshop -   Piştî erdhejên Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê yên bi hêza 7.7 û 7.6 gelek cîh jê bandor bûn û ew parêzgehên ji erdhejê bandor bûne gelek şênî û rûniştvanên wan hatin Wanê û ji bo ku mexdûrên erdhejê di kargehên dirûtina cilûberg û tekstîlê de bên bicîh kirin û dest bi kar bikin xebat hatin destpê kirin.

Li Wan a Bakurê Kurdistanê rojên 3yê Cotmehê û 9ê Mijdar a sala 2011 du erdhej pêkhatibûn û naha jî piştî erdhejên Gurgumê yên roja 6ê Sibatê ku wek karesata sedsalê tê pênase kirin, xebatên piştevaniya li mexdûrên erdhejê berdewam dikin.

Mexdûrên erdhejê ku li mal, mêvanxane û di hotêlan de tên mêvan kirin, hemû pêdiviyên wan ên jiyanî bi derfetên xêrxwaz û xelkê û herwaha beşek jî ji aliyê dewletê ve tên dabîn kirin û naha jî di pêşengtiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Wanê ve helmetek tê pêşxistin.

Piştî ku xwediyên kargehên dirûtina cilûberg û tekstîlê jî beşdarî wê kempînê bûn, heta naha 20 kesên mexdûrên erdhejê di wan kargehan de destbikar bûn.

Serokê Rêveberiya Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Wanê Fevzî Çelîktaş jî ragehand, wek parêzgehekî di sala 2011ê de erdhej jiyan kirî, ji destpêka erdheja Gurgumê (Mereş) de me jî alîkariyên ji bo germkirin, xorak û cilûbergan kirin.

Herwaha got, ji bo birînên mexdûrên erdhejê bên pêçandin me hemû derfetên xwe xistin kar û naha xebatên li kavil û xirbeyan jî berdewam dikin, lê me karesatekî mezin dît. Bi hezaran mirovên xwe me winda kirin. Ji bo alîkarbûnê rêveberiya me li gel nûnerên kargehên dirûtina cilûbergan hevdîtin pêkanîn û ji bo mexdûrên erdhejê di wan kargehan de bikarin kar bikin me kempînek da destpê kirin û ofîsekî piştevaniyê me ava kir. Ew hemwelatiyên me yên ku hatine bajêr em berê wan didin wan kargehan.

Navborî diyar kir: Heta naha me nêzîkî 20 kesan di wan kargehan de bicîh kir. Hîn jî serlêdan berdewam dikin. Ew kesên ku tên gel me em berê wan didin wan û ji ber piştevaniya xwediyên kargehan jî ez spasiya wan dikim. Emê vê xebatê jî berdewam bikin. Xwediyên wan kargehan di vê demê de alîkarî ji herêmên erdhejê re şandin. Herwaha mexdûran jî li gel xwe digrine kar û derfeta kar ji bo wan çêdikin. Xwe xistin bin bar û em hemûyan ji ber wê helwêsta wan pîroz dikin û kesên ku dixwazin di wan kargehan de kar bikin jî dikarin serlêdanê bikin.

KURDŞOP
1200 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!