Li Şirnexê hilberîna fistiqên binerd

Li Silopî ya navçeya Şirnex a Bakurê Kurdistanê du kargehên bêjîngkirin û pakêt kirina fistiqan ku ji aliyê du veberhênerên cuda ve hatin vekirin

Kurdshop – Li Silopî ya navçeya Şirnex a Bakurê Kurdistanê du kargehên bêjîngkirin û pakêt kirina fistiqan ku ji aliyê du veberhênerên cuda ve hatin vekirin, bû sedem ku berhemên cotkaran li bazarên nav welat û derveyî welat bên firotin û bi vî awayî di bazaran de cih bigrin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê ji ber ku hilberîneriya fistiqên binerd cihekî wê yê girîng heye. Li navçeyê Senan Îdîn û Kamil Karatay bi krediyên ku ji dewletê standin ve par kargehên bêjîngkirin û pakêtkirina fistiqan hatin vekirin.

Her du kargehên ku nêzîkî Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl a Başûrê Kurdistanê hatin vekirin, di serî da 65 kes di wan kargehan de hatin bicîhkirin. Tê payîn ku di demeke dirêj da li her du kargehan de dê 150 kes kar bikin.

Li herdu kargehan par 15 hezar ton berhem piştî çendîn danûstandinan hatin firotin. Îsal di dema rakirina fistiqan da tê payîn ku ev 2 du beramberê sala borî  zêde bibe.

KURDŞOP
784 Dîtin

Nûçe

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!