Kurdshop - R ehman Pîrebab birêveberê Îdareya Cîhada Çandiniyê ya Mehabadê ragehand îsal 90 hezar ton sêv li sînorê bajarê Mehabadê berhem hatiye, û ji vê qasê 30 hezar ton ketiye nav bazarê û 60 hezar ton jî di sarxaneyan de hatiye paşekeftkirin.
Cuda ji vê 90 hezar tonê, 34 hezar ton sêvên veriyayî ên di bin daran de jî li baxên Mehabadê hatiye komkirin û ji bo kargehên pîşesaziyê hatiye veguhastin.
Berhema îsal a sevên Mehabadê 50 hezar ton ji sala borî kêmtir bûye.
Parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê jî her sal zêdetir ji yek milyon tonê sêvan berhem tîne û bi vî rengî jî pileya yekem a berhemanîna sêvan li ser asta Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye.