Henardekirina ji parêzgeha Sine ve %22 kêm bûye

Ji destpêka îsal ve bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Sine de geheştiye zêdetirî 3 milyar û 650 hezar dolarî

Kurdshop – Îsal henardekirin ji parêzgeha Sine ve bo Herêma Kurdistanê li gorî sala borî %22 kêm bûye

Rêvebirê gumrika parêzgeha Sine Xelîl Heyderî ragehand ku, ji destpêka îsal ve bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgeha Sine de geheştiye zêdetirî 3 milyar û 650 hezar dolarî ku 613 milyon dolar ji parêzgeha Sine ve bo Herêma Kurdistanê hatiye henarde kirin.

Herwaha aşkera kir ku henarde kirina kelûpelan ji sînorên parêzgeha Sine bo Herêma Kurdistanê li gorî sala borî %22 kêm bûye.

 

KURDŞOP
819 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!