Bazirganiya li ser sînorê Perwîzxan zêdetirî du milyar Dolarî bûye

Bazirganiya li sînorê Perwîzxan a parêzgeha Kirmaşanê li heyama neh mehên borî de zêdetir ji du milyar Dolarî bûye.

Kurdshop – Bazirganiya li sînorê Perwîzxan a parêzgeha Kirmaşanê li heyama neh mehên borî de zêdetir ji du milyar Dolarî bûye.

Birêveberê sînorê Perwîzxan Qasim Mutelibî ragehand ku ji destpêka newrozê ve heya dawiya meha Sermaweza îsal bazirganiya li sînorê Perwîzxan a Kirmaşanê gihîştiye du milyar û 178 milyon Dolarî ku ji vê qasê yek milyon û 653 milyon Dolar hinarde û 525 milyon Dolar jî dest wan ketiye.

Li gor birêveberê sînorê Perwîzxan di vê heyamê de bayê du milyon û 567 hezar ton kelûpel li vî sînorî anîne hundir û yan jî şandine derve.

Parêzgeha Kirmaşanê ku 371 km sînorê wê  li gel Başûrê Kurdistanê heye du sînorên navdewletî û pênc bazarçeyên çalak hene û salê zêdetir ji sê milyar Dolarî li sînorê wan ve karê bazirganî tê kirin, lê ew parêzgeh yek ji parêzgehên herî hejar ên Îranê ye ku zêdetirîn rêjeya bêkariyê heye.

KURDŞOP
702 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!