Pêşangeha govenda rengan a Abdulmutaleb Gardî

Niha tabloyên Abdulmutaleb    Gardî yên mayî meraq dikim û dipirsim: Gelo huner dê tiştê ku me li bajaran wenda kir dîsa bide me?

Welat Ramînazad

Konser, panel, gotûbêj, sempozyum, şano, sînema na; li Amedê  herî zêdê çûyîn û gera pêşangehên hunerî min kêfxweş û dilxweş dike. Li Amedê çend dezgeh, mekan hene ku pêşangehên hunerên modern û hevçerx li dar dixin. Li gorî çalakbûnê Rıdvan Kuday Galerî, Atolyeya A4 Sanatê,  Merkezkaç Kolektif Mekan, Qesra Zervezan û Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê yên sereke ne.

Min gelek ji dil dixwest ku li Amedê biçim pêşangeha hunermendekî    yan jî hunermendên ji parçeyên din ên welat. Lê heta niha ez li vî bajarî qet rastî pêşangehên hunermendên Rojhilatî, Başûrî yan jî Rojavayî nehatim. Min nûçeyek dît; hunermendekî Hewlêrî li Amede pêşanheha resman vekiriye. Çawa ye ku sazîyeke    me ya hunerî çêbe, bi dewamdarî pêşangehên hunermendên perçeyên din ên welat li Amedê veke?

Li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê di navbera 04-08 Cotmehê de, heştemîn pêşangeha Abdulmutaleb Gardî (bi telafuza Bakuriyan "Evdilmutalîb Gerdî") çêbû.

Abdulmutaleb Gardî di tabloyan de fokusa xwe daye ser êşên jinan. Wek fokus di her tabloyê de sûretek, halekî din ê êşên jinan nîşan dide. Di tabloyên wî de alîyekî din heye ku ji fokusê zêdetir xwe dide pêş: Ahenga rengan. Ji ahenga rengan jî wêdetir, ez dixwazim wek 'govenda rengan' pênase bikim.

Di govend û ahengê de cîyawazîyên mezin hene. Ferqa aheng û govendê  ev e: Di govendê de aheng heye lê di ahengê de govend tune ye. Aheng, taybetmendîyeke sereke ya govendê ye. Di govendê de her kes bi ciyawazîya xwe hazir e, kes ne mecbûr e heman îdeolojîyê biparêze, bawerîyê bi heman dînî bîne, ji heman tiştan hez bike. Lê di nav van cudatîyan de kontrastek çêdibe. Ev jî bi ahengê pêk tê. Ji ber wê tenê pênasekirin an jî navlêkirina ahenga rengan ji gelek alîyan ve kêm e.

Di govendê de gelek alîyên tiştên dij/zid/cîyawaz hene. Di govendê de hereket, enerjî, rîtm, kêfxweşî, dilşadî, bextewarî, coş, şahî, xwe şûştina ji hestên wekî êş, keder, derd, kul, xem, keser, tirs, fikar û endîşeyê hene. Lewma govend katarsîs e, xemrevînî ye. Di tabloyên Abdulmutalep Gardî de bi tevahî ev tişt heye.

Di tabloyên wî de rengan govend digerand; govenda rengên dij/zid. Sermestbûn û serxweşbûn xwe gihandina zewqê ye. Govenda rengên wî ez sermest kirim, şûştin û paqijîyek di hiş û ruhê min de çêkir.

Di tabloyên wî de nakokîyek jî hebû. Di govenda rengan de jin bi êş, bi xem,  bi fikar û melankolîk bûn. Dibe ku mamosta Abdulmutaleb    vê nakokîyê wisa îzah bike: Jin biêşe jî jîyan rengîn e.

Gelo di govenda rengan de  halên şadî û bextewarîya jinan hebûna; jinên şa, dilxweş, bicoş, bikêf, şox û şeng bihatana çêkirin wê gavê tablo dê çawa bibûna? Gelo asta hunera tabloyan wê geş û berz bibûya yan nizm û qels? Çima em her tim jinê û êşê tînîn cem hev? Nebe ku em ji jinên şad û bextewar, şox û şeng ditirsin? Divê di hunerê de ev hêmaya jinan bê guherandin.

Ji bo min krîtereke resmên berz û geş heye: Divê meriv ji nêrîna tabloyê têr nebe, bi saetan lê binêre. Heta ji dil, ruh, çavan bê ferz e meriv lê temaşe bike. Carna ez diçim pêşangehekê, di panzdeh deqîqeyan de xilas dikim û dertêm; lê carna jî tablo nahêlin ez ji pêşangehê derkevim, ew xwe didin temaşekirin. Di pêşangeha Abdulmutaleb    Gardî de jî ev hebû. Çend tabloyên wî hebûn ku ez ji nêrîna wan têr nebûm, niha ez bêrîya wan dikim.

Bi min resm reng e. Resam jî pispor, zana, ustadê rengan e.  Resam hunermendê rengzan e, ruhê wan, psîkolojîya wan, ahenga wan dizane. Resam dikare rengên ku herî zêde li dij hev in, dijminên hev in li hev bîne, wan têxe govendê.  Rengzanîya her resamî  ne wekî hev e, cîyawazî, gewrebûn û berzbûna wan bi qasî rengzanîya wan e. Ne tenê resam, ji bo modanas, dîzaynkar,    peyzajkar, dekorator, mîmar û fotografgiran jî wisa ye… Di resmê de çêkirina ahenga rengan jixwe zehmet e, jê re hostatî divê; lê çêkirina govenda rengan hêj zehmettir e. Jê re pisporbûn û ruhê hunerî pêwîst e.  Abdulmutaleb    Gardî di resimê de xwe gihandîye wê gewrebûnê.

Berî em têkevin bajaran, di gundan de û li koçerîyê jiyana me kurdan, kultura me ya kinc, xalîçe, û lihêfan gelekî rengîn bû.  Di kultura me ya dîtbarî de govenda rengan hebû. Mînak lixwekirina Botan û Hekarîyan. Lê îro li Cizîrê, li Culemêrgê ew govenda rengan nemaye. Di sala 2016an de min li Hewramanê govenda me ya rengan bi çavên xwe dît.  Lê di bajaran de cil û bergên me bi piranî reş û absurd in. Govenda me ya lixwekirinê    dibe govenda absurdan.

Niha tabloyên Abdulmutaleb    Gardî yên mayî meraq dikim û dipirsim: Gelo huner dê tiştê ku me li bajaran wenda kir dîsa bide me?

 

KURDŞOP
688 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!