Nasîna amûrên muzîkê – Beşa 6em

Hawar Hewraman

 

Amûra Zirneyê

- Ev amûr    li navçeyên Kurdistanê bi navên Surna, Zurna û Zirna tê nasîn.

- Ji malbata amûra darî ya bayiya pîtikê ye. Li Kurdistanê bi sê şêwazan tê çêkirin.

Yekem

Amûra zirneyê    li navçeyên Erdelan, Kirmaşan, Loristan, Îlam, Hemedan, Baban û beşek ji Germiyanê (beşa Kelhûr û Lek) bi giştî li navend û başûrê Zagrosê tê çêkirin.

Duyem

Hemû Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Mukriyan, Tirgewer û Mirgewer, Soma û Biradost, Serhed ji beşa Rojhilatê, Badînan, Soran, Hewlêr heta Kerkûkê tê çêkirin.

Sêyem

Navçeya kurdên êzidî li Ermenistan û kurdên Xorasana Bakur.

- Kurtî û dirêjahiya amûrê li her navçeyekê digel navçeyeke din a kurdewarî cuda ye.

- Li serweyê Kurdistanê (navçeya kurdên êzidî li bakurê Ermenistanê) qebareya zirneyê pêka navçeyên din piçûk û kurt e û xwediyê dengê nazik û tûj e. Heta ku em ber bi başûrê ve herin, qebareya amûrê dirêjtir û dengê wê gurtir dibe û paşê li navçeyên Loristanê di nav lorên Bextiyarî de amûr di warê qebarê de dirêj û mezintir dibe û ji amûrek din a bi navê Kerna, Kerena yan Kerenaye sûd werdigirin.

Amûra zirnayê ji wan beşan pêk hatiye ku wiha ne:

Pîtik, hesin (mîl), devbest, berbend û nîreûmêwe.

Pîtik

- Ji qamîş tê çêkirin

- Qamîşa pîtika zirnayê qermiçî û nerm e û bi navê pûke yan pûçek tê naskirin.

- Bi fûtêkirin di pîtikê de deng tê çêkirin.

Weneyê    qamîşa pûçek û pîtika zurnayê

Hesin (mîl)

- Ji kana zerd (birinc) û alyaj û istîlê tê çêkirin.

- Dirêjahiya mîla    zirneyê ji 4 heta 8 santîmetran pêka navçeyan cuda ye.

- Pîtik li ser mîlê tê girêdan û dengê pîtikê ji rêya mîlê    ve diçe nav duşaxeya zirneyê.

- Aliyê jêrîn a mîlê bi bendikê tê pêçan û diçe nav serê duşaxeyê (nêre û mêwe).

Wêneyê    mîla zerd û alyaj

Wêneyê    mîl û pîtikê

Devbest

Ji du parçe darên piçûk tê çêkirin û bi hev re têne çespandin.

Devbest ji amûrên naye û zirne    bi mebesta agehdarî û rêk kirina devê pîtikê sûd jê tê wergirtin.

Berbend

- Çend navên din jî hene ku pêk hatine ji:

Berdevî, Sedef, Dev Sedef, Demamik û Mask.

- Di dema lamwerimî û fûtêkirina dev de lêvên jeniyar xir dikin û giraniya dev û lêv dikeve ser berbenda amûrê.

- Berbend li cihên germayî bi sedema pêşîgirtina xwêdana dev û lêvên jeniyar ji pîst û qaqilê nargîlê tê çêkirin. Di navçeyên din de ji dar tê çêkirin.

- Bi awayekî pîşeyî di vê serdemê de ji lek û kanan tê çêkirin.

- Naverasta berbendê bi şiklê bazin yan stêrk tê kunkirin û pîtik û mîle dixine di nav de û li ser qiraxa naverasta mîlê tê cihgirkirin.

Wêneyê    berbenda nargîl, dar û lek

Duşaxe (nêre û mêwe)

- Ji darekê bilî dara zirneyê tê çêkirin. Helbet duşaxeya dara qeysî li ser zirneya darqeysî pirsgirêka dengî    nabe.

 - Di zareveyên Kurdistanê de nêre û mêw bi navên “Hepelûl, Nêr û Ma, Duşaxe, Beç û Ger” têne nasîn.

- Duşaxe heta kunên sêyem yên amûrê digirin û dengê dişîne nav zirneyê.

- Deng ji pîtikê re bo nav mîlê û ji vir jî bo duşaxeyê û paşê bo nav amûrê tê.

Ciyawaziya geviya amûra zirneyê

- Du şêwaz ji çêkirina geviya zirneyê.

KURDŞOP
897 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!