Nasîna amûrên muzîkê - Beşa 2yem

Hawar Hewraman

 

Naye:

-Ev amûr çend navên din jî heye: Nermenaye, Nermeney, Baleban, Balaban, Bareban, Dûdûk, Dûrdûk û Mey.

Ev ji malbata amûrên darî ya pîtikan e û ji dar tê çêkirin û bi fûkirina nava pîtikê deng jê tê.

Ji bo çêkirina vê amûrê darên cuda têne bikaranîn, lê darên qeysî, heloya sor, hejîr, tirî, pembû, ebenûs û kafûr ji darên herî baş in. Ev darên han bihêztir in, ango "çagali"ya wan zêdetir e, û herwisa dengekî zelal dirust dikin.

Amûra nayeyê xwedî dengekî hestbir û dilşewat e, lê bi amûreke şahî û bezmê jî tê naskirin; ew bi baştirîn şêweyê hestên xemgînî û morala guhdaran dihejîne û hest û kederên dilê jeniyar eşkere dike.

Dîtin û îdeolojiyên cuda karekî wisa kiriye ku hunera muzîkê ji bo hilkeftên curbicur werine bikaranîn. Weke mînak, li derveyî herêma Zagros û Rojhilata Navîn, ango Ewropa û welatên Rojavayî, muzîka xwe hene û şêweya dengbêjî û jeniyariya wan ji welatên din cudatir e.

Ji bo çêkirina her amûrekê divê ji dara taybet sûd bê wergirtin û qasa taybet jî bê berçavgirtin. Bi vî awayî em dikarin tama taybet û cudahiya muzîka herêman his bikin. Ew taybetmendî di amûra "naye" de jî bi heman rengî xuya dike.

Ji bakur heta başûrê Zagrosê, gelên ermenî, azerî û kurd (kurmanc, zaza, soran, kelhûr, hewram, lek û hwd) vê amûrê bi kar tînin.

Hêjayî gotinê ye ku lasayîkirina qirika dengbêjên her herêmekê, dibe sedema şêweya bikaranîna teknîkên muzîkî yên wek gilîsando, vibre, nota zeynet, lêgato, stakato, kirêşêndo, dîkrêşêndo û hwd.

Di çêkirina vê amûrê de, çend şêwazên ciwankariyê têne berçavgirtin ku bandoreke wisa li ser dengê amûrê nîne.

Ger "naye" dirêjtir bê çêkirin û kunên wê jî li xwarê bin, dengekî gur çê dike. Heta ku me dengekî tûj pêwîst be, pîtik û naye divê kûrtir bin. Ev jî vedigere bo derengtir an bileztir derbasbûna hewayê ji kuna amûrê.

Mezin û piçûkiya kunan, rêjeya kolandina nav darê û asta stûrbûna wê, bandorê li ser kîpbûn yan vekiriya dengê nayê dadine.

Diyar e ku nabe kunên wê evqas jî mezin bin ku di dema lêxistinê de nota falişê çê bike.

Pîtik

Ji qamîş tê çêkirin û devbest û çellem heye.

Devbest

‒ Devê pîtikê vedike û ji xirabûn û tewandinê diparêze.

‒ Pêş vê ku pîtik amadeyî lêxistinê be, bi devbestekî piçûk milê pîtikê tê utûkirin û deq pê re tê dan.

‒ Devbest ji du parçedarên piçûk ku bi bendikê bi hev re têne çaspandin, tê çêkirin.

Çekane (çelleme)

‒ Çekane (çelleme) li ser pişta pîtikê tê danîn, wate ew cihê ku çemiyayî ye. Çekaneya (çelleme) darên êmîş (tiriya spî yan tiriya reş) baştir diçeme û direg jî xirab dibe. Îro roj çekane (çelleme) ji dara dîşê tê çêkirin.

‒ Rêjeya hewaya nav pîtikê zêde û kêm dike û tûjatî û gurbûna wê diguherîne.

‒ Mebest ji vê yekê komkirin û yeksankirina tûjatî û gurbûna deng e.

- Çekane (çelleme) li ser pîtikê hatûçûyê dike da ku çaryeka koka nayeyê biguherîne.

- Hevsengkirina çekane (çelleme) tê vê wateyê ku dengekî zelal ji pîtikê ve bê derê.

Ji bo vê mebestê, divê çekane (çelleme) di hundur de qîtayî (zeq) û çemiyayî hebe û qiraxên wê jî kurt bin; bi vî awayî tevahiya rûyê hundurê çekaneyê (çelleme) nakeve ser pîtikê û tenê ew beşa qîtayî (zeq) û çemiyayî heye, pîtikê digire.

Fûkirin

‒ Piştî danîna pîtikê li ser lêvan, bo vê ku amûr deng çê bike,  hewayê nav sing û qirik ji rêya lam û dev ve tê nava pîtikê.

- Fûkirin roleke girîng ji deranîna cureya dengê “naye”yê de heye. Mixabin piraniya jenyar di nava lam û devê xwe de fû dikine nava amûrê ku şêwazeke dirust û zanistî nîne. Her amûreke bayî şêwaza fûkirina xwe heye. Bo mînak, di klarnêtê de jeniyar hewayê ji masûleyên zik û pişikê ve bi dengê "tû" û li filûtê jî bi dengê "fû" dixe nava amûrê.

-Di nayeyê de, rêjeya hewayê bi dengê "hû" ji rêya sing û masûlkeyên zik ve diçe nava amûrê. Ev cure fûtêkirin dibe sedem ku dengê naye tijî û tevaw be û dengên zêde yên (haş, bêhn û hwd) dernekeve. Ev awayê fûtêkirinê di dûzele û zurnayê de jî adet e. Çimkî ev amûr dikevine devê jenyar û ji bo ku hewa bikeve nava amûrê, ti rêyeke din nîne.

- Dema ku ji sing, qirik û masûleyên zik ve bo fûkirin û dengderanînê sûd tê wergirtin, dengê naye bê kêmûzêdeyî û yekastî tê derê.

- Herwisa em dikarin bi hewayê nav lam û givaşa lêv, koka nayeyê biguherin û ji tîjatî û gurbûna dengê di dema pêwîst de sûdê werbigirin. Ew awayê fûkirin, zelalî û safiya deng gelek berçav e, ji bilî vê yekê jî, di dema vexwarina deng de, dengê naye kêm û zêde nabe (kêmûzêdeyiya deng di dema vexwarina deng de, notan jî “faliş” dike).

 

KURDŞOP
890 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!