Peykersazekî Mêrdînê, ji xurdeyan peykerê Şahmaranê çêkir

Nurettîn Çakmak ku wênesaz û peykersazekî parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, wek destpêşxeriyekê hunera xwe xistiye xizmeta xwezayê.

Şadî

Kurdshop – Peykersazekî ji bajarê Mêrdîn a Bakurê Kurdistanê ji berhemên hesin yên bi karhatî, peykerekî  Şahmaranê ya 250 kîlogramî çêkir.

Nurettîn Çakmak ku wênesaz û peykersazekî parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, wek destpêşxeriyekê hunera xwe xistiye xizmeta xwezayê.

Nurettîn Çakmak yê Mêrdînî, jêrzemîna mala xwe weke atolyeyeke hunerî bikar tîne û herwaha ji xurdeyên hesin yên bi karhatî jî pêykerên cuda çêdike.

Nurettîn naha jî peykerê Şahmaranê çêkiriye ku semboleke mîtolojîk ya Kurdewariyê ye.

Çakmak diyar dike ku wî xebatên cuda yên wekî teleskopên egzoz û stîpmenên ango amûrên hişyarker ku balê dikişînin ser hawirdorê û krîza avhewayê çêkirine û got “Ez bi giştî berhemên xurde û bikarhatî bikar tînim. Ez bi vî karî jî hewl didim derbarê pîskirina jîngehê û dûbare bikaranîna berheman de peyamekê bidim mirovan. Ez dixwazim bi peykerê Şahmaran peyameke xwezayî bidim. Divê em xwezaya xwe paqij bihêlin. Ma mirov dikarin cihê ku lê bijîn pîs bikin. Divê di vî warî de zêdetir baldar bin. Ev bo min gelekî girîng e û ji bo ku ez vê peyamê bighînim mirovan min gelekî hewl da."

Nuretîn Çakmak diyar dike, 22eyemîn  xebata wî ya ku  ji  xurdeyan  hatiye dîzaynkirin, fîgûra Şahmeranê ye û  got : Wî li gel hevjîna xwe di encama xebatên xwe yên nêzî 3 mehan dewam kirî de, ji bo wî karî ango peykerî, 700 kevçiyên xwarinê û berhemên cuda yên hesin bi kar anîne.

Herwaha giraniya wî peykerî 250 kîlograme.

Hevjîna Nuretîn Çakmak, Agirîn Çakmak diyar dike ku di demên dawî de, wê jî li gel hevjînê  xwe dest bi çêkirina peykerên ji xurdeyan kirine û dema ku berhemên bedew derdikevin holê eleqeya wan a ji bo vê qadê hê zêdetir dibe.

Agirîn Çakmak ku dayîka 2 zarokane dibêje, ji ber karê bavê wan, niha hizra dûbare bikaranîna kelûpelan di nav zarokên wan de jî çêbûye.

Hevjîna Peykersazê Mêrdînî, Agrîn Çakmak dibêje: “Xweza jî peyamek girîng dide me. Berhemên bikarhatî neavêjin. Ji wan tiştên ciwan derdikevin. Kurê min jî dema ji mal derdikeve li tiştên bikarhatî digere. Dema tê malê ez dibêjim Aram te çima ev zibil komkirine dibêje dayê ez dê ji wan tiştên xweşik çêbikim. Ev peyameke baş e bi rastî.”

Nurettîn Çakmak berhemên ku çêdike bo muzexenayan dibexşîne.

Ew hunermendê ji Mêrdînê heta niha 22 peykerên bi vî awayî çêkirine. Berhema xwe ya dawî ango Peykerê Şahmaran jî pêşkêşî Muzexanaya Berhemên Bikarhatî ya Midyadê kiriye.

KURDŞOP
783 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!