Şermola Performans li Êlihê dibistana şanoyê vedike

Kurdshop – Şermola Performans, bi armanca ku li Êlihê dibistaneke şanoyê ya bi navê “Dîwan – Akademîya Şanoyê ya Navneteweyî” veke dest bi xebatan kiriye.

Bernameya Piştgiriyê ya Çand û Hunerê ya Yekîtiya Ewrupayê Culture (CIVIC) ji bo kirêya cihê dibistanê piştgiriya madî daye Şermola Performansê. Şermola Performansê cihekî bi qasî 420 m2 kirê kiriye û bi derfetên xwe dest bi çêkirina dibistanê kiriye.

Şermola Performans dixwaze dibistanê di 15emîn salvegera avakirina Şermola Performansê de ango di 17ê Cotmeha 2023’an de dest bi xebatan bike. Ji ber wê jî helmet û kampanyayek alîkariyê daye destpêkirin.

Kesên ku bixwazin dikarin bi rêya vê lînkê beşdarî kampanyayê bibin:  https://gofund.me/dbaa85c1

Akademiya Dîwanê

Akademiya Dîwanê, bi kurdî di warê şano û lîstikvaniya hevdem de dê perwerdeyên pratîk û teorîk bide, di warê lîstikvaniyê de wê lêkolînan bike. Bernameyên pevguhertinê yên navneteweyî wê pêşkêş bike. Bi rêkûpêkî dersdarên ji ekolên cîhanê û xwendekar û şanogerên Êlihî wê bîne ba hev. Wê xwendekar û şanogeran bi rêya bernameyên pevguherînê bişîne enstîtuyên şanoyê yên li bajarên ku di çand û hunerê de navendên girîng ên cîhanê ne û bi vî awayî dixwaze ji bo dînamîkên şanoya kurdî yên li Êlihê û bajarên derdora wê bibe rê veker. Akademîya Dîwanê, bi wan armancên xwe dixwaze kêmasîyeke girîng ji holê rake. Ji ber ku li Tirkiyê sazîyeke serbixwe tineye ku bi Zimanê Kurdî perwerdeyeke profestonel ya şanoyê bide. Akademîya Dîwanê, dixwaze ji bo zarok, ciwan, jin û karkerên ku li Êlihê û bajarên li derdora wê dijîn, bibe navendeke perwerdehîya şanoyê.

Şermola Performans

Şermola Performans sala 2008an de ji hêla Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioğlu ve li Stenbolê hatiye avakirin. 2016an de ji bêgavî sehneya xwe ya li Stenbolê girtiye û piştî wê veguheriye sazûmaneke pir navendî. Li gel Stenbolê, 2018an de ofîsa Almanyayê û 2021an de jî ofîsa Êlihê hatiye avakirin. Lîstikên resen ên kurdî çêdike, perwerdehîyên şanoyê pêk tîne û di hêla lîstikvanîyê de lêkolînan dike. Heta îro bi dehan turne pêk aniye, beşdarî festîvalan bûye, bi lîstikên xwe hêjayî 19 xelatan hatîye dîtin.

KURDŞOP
801 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!