Di Festîvala Fîlman a Krakow de, fîlma serpêhatiya keçeke Kurd xelata fîlma herî baş bidest anî

Merasîma bidawîhatina Festîvala Fîlman a Krakow hefteya borî hat lidarxistin. Di nav 240 fîlman de, xelata Baştirîn Fîlm ji fîlmê “Navê Min Bextewerî ye” re hat dayîn ku derhênerên fîlmê Nick Read û Ayşe Torpak in.

Kurdshop – Di Festîvala Fîlman a Krakow de ku kevintirîn festîvala hunerî ya Polonya ye, belgefîlmek li ser stranbêjeke Kurd a ji bajarê Amed a Bakurê Kurdistanê ye hat xelatkirin.

Merasîma bidawîhatina Festîvala Fîlman a Krakow hefteya borî hat lidarxistin. Di nav 240 fîlman de, xelata Baştirîn Fîlm ji fîlmê “Navê Min Bextewerî ye” re hat dayîn ku derhênerên fîlmê Nick Read û Ayşe Torpak in.

Fîlm li ser keça kurd a bi navê Mutlu Kaya ye ku beşdarî pêşbirka stranbêjiyê ya kanaleke televîzyona Tirkî bûbû û ji ber deng û bedewiya xwe navdar bû, lê roja 18.05.2015ê desgirtiyê wê gule berdan wê û bi giranî birîndar bû. Çîroka birîndarbûna wê keça Kurd di medyaya cîhanê de belav bû, her çend Mutlu Kaya bi giranî birîndar bû û ji ber wê jî seqet bû, piştî bûyerê ranewestiya û ji bo baştirkirina rewşa jinan dest bi xebatê kir.

Rexnegirên hunerî di wê baweriyê de ne ku dibe ev belgefîlm di pêşerojê de ji bo xelata Oscarê jî bê berbijêrkirin. Her wiha wê bibe platformek ku dengê jinên Kurd ên zor li wan tê kirin, bigihe navendên mafên mirovan ên cîhanê.

Hin medyayên cîhanê li ser wî fîlmî gelek nirxandin nivîsandine û yek ji wan medyayên bi navûdeng jî ku Daily Mail e, di nivîsekî de bi kurtî waha nirxandiye:  “Navê Min Bextewarî Ye” çîroka berxwedanek balkêş e.

Beşek din a fîlmê li ser xwişka Mutlu Kaya, Dîlek Kaya ye ku li Amedê di mala xwe de ji aliyê hevalê xwe ve bi guleyan hatibû kuştin.

Festîvala Fîlman a Krakowê yek ji kevintirîn festîvalên hunerî yên Polonya ye û îsal gera wê ya 63emîn birêve çû.

KURDŞOP
757 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!