Mem û Zîn dibe opera

"Mem û Zîn" ku yek ji berhemê wêjeya Kurdî ya herî giring û bi nirxe, wê bi versiyona xwe ya operayê re li Festîvala Gulanê ya Navneteweyî de derkeve pêş guhdarvan û temaşevanan.

Şadî

Kurdshop - Operaya Mem û Zîn, li Almanyayê li eyaleta Hessen di Festîvala Navdewletî ya Gulanê de bi Kurdî tê pêşkêşkirin.

"Mem û Zîn" ku yek ji berhemê wêjeya Kurdî ya herî giring û bi nirxe, wê bi versiyona xwe ya operayê re li Festîvala Gulanê ya Navneteweyî de derkeve pêş guhdarvan û temaşevanan.

Medyaya Rain ji bo ku "Mem û Zîn" a ku yek ji berhemên çandên wêjeya nivîskî ya Kurdî ye, ji huner xwazan re bi awayê operayê pêşkeş bike rojan dijmêre. Operaya Mem û Zîn ku di heman projê de gelek hunermendên girîng yên netewên cuda jî digehîne hevdû, ku wê cara yekemîn xwe amade dike derkeve pêşberê temaşevanan. Operaya Mem û Zîn cara yekem di Festîvala Navnetewî ya gulanê de ku yek ji festîvalên herî giring ên çand û hunera cîhanî ye, dê bê pêşkeş kirin. Mem û Zîn, ku berhremê  nivîskar û fîlozofê kurd Ehmedê Xanî ye, wek opera amadekariya wê ji aliyê Cem Idiz û Cuma Boynukara ve hatiye kirin û nivîsandin. Cara yekeme ku berhemekî kurdî wek opera di vê astê de di organîzasyoneke waha de dê cîh bigre û ev yek jî ji bo dîroka çand û hunera kurd gelekî giring e.

Her çiqas koka wê vegere paş jî, Festîvala Gulanê ya Navneteweyî ku ji sala 1987'an û vir ve her sal tê lidarxistin, di sê beşên cuda de ku ji muzîk, şano û govendê pêktê, di pir çalakiyên çandî de dibe sehne. Festîvala ku her sal pêşwaziya 100 hezar kesî dike, bi piştgêrêdana hêza rihê hunerê ya ku yekitiyê ava dike, li herçar aliyê Cîhanê, hunermendên ku di asta Cîhanî de bi nav û dengin di bin heman banî de digehîne hevdû.

Festival îsal wê operaya Mem û Zîn a ku derhêneriya Rain Media ya li Tirkiyê berpirsyartiya wê hilgirtiye jî pêşwazî bike. Operaya Mem û Zîn, li Almanyayê li eyaleta Hessen di Festîvala Navdewletî ya Gulanê de, wê bi Kurdî were pêşkêşkirin.

"Mem û Zîn" ku yek ji berhemên çandî yên wêjeya nivîskî ya Kurdî ye, ku cihê xwe di mîrateya çandî ya cîhanê de weke destaneke evînê ya trajîk a ku di dawiya sedsala 17'an hatiye nivîsandin, diparêze. Destana "Mem û Zîn" ji çîrokeke evînê ya klasîk wêdetir derbas dibe û bi vegotina xwe ya helbestî balê dikişîne ku ser wê ku avaniya kurdan a rewşenbîrî, ruhî û civakî ronî dike.

Ev xebata ku bi awayekî balkêş atmosfera civakî û siyasî ya serdema ku tê de hatiye nivîsandin rawe dike, ji ber ku şahesereke klasîk e û herwaha kûrahiya wateya zimanê Kurdî û rastiya wêjeyeke dewlemend derdixe hole, wateyeke xwe ya  girîng heye. Mem û Zîn, heskirin, hesret û dilsoziyê di warê zehmetî û astengiyên li pêşiya çanda feodal û neheqiyan de, berhema navdar a cîhanê "Romeo û Juliet" tîne bîra mirov.

Xebata ku ji bo çanda kurdî çavkaniyeke girîng a referansê ye, hîna jî bandora xwe ya li ser erdnîgariyên cuda yên cîhanê didomîne.

Kompanyaya Rain Media ku derhêner Dara Kutlay û Zelal Sever rêveberiya wê dikin, demeke dirêje ku amadekariya Operaya Mem û Zînê dikin.

Derhênerê operayê Îhsan Osman e, Soprano Ozlem Bulut, Tenor Angelo Pollak li gel Piyanîst Fiona Pollak, weke wan gelek hunermendên din têde beşdar dibin.

Operaya Mem û Zînê di roja 13dê Gulana 2023, demjimêr 15:00ê li eyaleta Hessen a Almanyayê bê pêşkêşkirin.

KURDŞOP
742 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!