Li Lozanê pêşangeha 2+2=KRDSTN birêve diçe

Pêşangeha ku navê xwe ji gotinên Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed ên 2+2=Kurdistan werdigre, ji roja 28ê Nîsanê destpê kir û dê heta roja 19ê Gulanê berdewam bike.

Kurdshop – Li bajarê Lozan a Swêdê pêşangeha bi navê 2+2=KRDSTN birêve diçe û di 100 saliya peymana Lozanê ya ku bû sedemê 4 parçebûna Kurdistanê û li dû xwe gelek qirkirin û êş û azarên mezin ji bo gelê Kurdistanê anî, di vê pêşangehê de ji bo balkêşana ser encam û karesatên wê peymanê pêşangeh birêve diçe.

Pêşangeha ku navê xwe ji gotinên Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed ên 2+2=Kurdistan werdigre, ji roja 28ê Nîsanê destpê kir û dê heta roja 19ê Gulanê berdewam bike.  

Ji aliyê Komîteya Bibîranîna 100 saliya Lozanê ve sala borî di meha Mijdarê de gelek konferans, panel û çalakiyên çandî û hunerî hatin birêve birin û di vê çarçoveyê de ew çalakî berdewam dikin. Di çarçoveya wan çalakiyên 100 saliya peymana Lozanê de ji çar parçeyên Kurdistanê, Almanya û Îtalyayê gelek hunermendên ji beşên cuda dê di vê pêşangehê de berhemên xwe raxin berçav û pêşangeha 2+2=KRDSTN de pêşan bidin.

Pêşangeha 2+2=KRDSTN li salon ango hola Forum d’hotel de Ville birêve diçe û heta roja 19ê Gulanê jî dê berdewam bike. Di destpêka vekirina pêşangehê de jî Endamê Encûmena Şaredariya Lozanê Davit Payot ragehand, ew peyman bû sedem ku Kurdistan bibe 4 parçe û bandora vê peymanê ya li gelê kurd heta roja me ya îro jî gelek giran in û berdewam dike.

Herwaha Endama Encûmena Şaredariya Lozanê Sevgî Koyuncu jî diyar kir: Ev peyman 100 sale bû sedemê mirina bi sed hezaran mirovan û koçber û aware bûna hejmareke pir zêde ya mirovan. Ev pêşangeh ji bo ku xelkê Lozanê jî bizane ku peymana Lozanê di serî de ji bo gelê kurd û pêkhateyên din çi encamên giran li dû xwe anîne û ji bo ku daxwazên kurdan ên naha jî bizanin gelek giring e.

Rêveberiya vê pêşangehê Bariş Seyîtxan û Serdar Mutlu ne û di pêşangehê de berhêmên wan hunermendan cîh bigrin: Osman Ehmed, Havîn Al Sindy, Hewar Amini, Vooria Aria, Khadija Baker, Savaş Boyraz, Wirya Budaghi, Tîmûr Çelîk, Selah Ebrahimi, Serhat Ertuna, Jacopo Gallico, Fatoş Irwen, Eren Karakuş, Serpil Odabaşi, Walid Siti, Hito Steyeri û Leyla Toprak.

Di dema vekirina pêşangehê de yek ji rêveberên pêşangehê Serdar Mutlu ragehand, 100 sale li ser bingehê vê peymanê tevkujiyên nayên hejmartin, qirkirinên çandî û koçber kirin bi navê yek ziman, yek milet, yek al li hember kurdan hatin kirin. Di vê pêşangehê de, dîrokzan, hunermend û çalakvan dê bal bikşînin ser xirabkariyên Peymana Lozanê û ji bo ew 100 salên borî carekî din ji nû ve bê bi belge kirin û bîr a (hafize) civakî de ji nû ve bê zindî kirin em dixwazin bibin vesîleyek. Û got: ‘’Bi vê pêşangehê ve hêza hunerê ya bi belge kirin û di bîr a civakî de ji nû ve avakirinê em dixwazin derxin holê.’’

Derbarê navê pêşangehê de jî Serdar Mutlu got: 2+2=KRDSTN di dîroka me ya nêzîk de yek ji rêberên gelê kurd ê pêşang ango ji gotinên Qazî Mihemed ên 2+2=Kurdistan werdigre û di vê derê de 2 R ango Rojhilat û Rojava ye û 2 B jî Bakur û Başûr pênase dike.

KURDŞOP
865 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!