Şêwekarê kurd ê ji Dêrsîmê kevir û daran wek tablo dineqşîne

Şêwekar û wênekêş Murad Ozan ku li bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê dijî, bi perçeyên kevir û darên ku li geliyên Munzur û Pulumurê kom kiriye, bi awayekî hunerî dineqişîne.

Şadî

Kurdshop – Şêwekar û wênekêş Murad Ozan ku li bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê dijî, bi perçeyên kevir û darên ku li geliyên Munzur û Pulumurê kom kiriye, bi awayekî hunerî dineqişîne.

Şêwekar Ozan ê 40 salî ku di dema dibistana seretayî de ji aliyê mamosteyê xwe ve ji bo çêkirina wêneyan tê teşwîq kirin, giraniyê dide ser xebatên hunerî yên cuda cuda.

Murad Ozan ku tevahiya dema xwe li komxebat ango atolyeya li mala xwe de derbas dike, herî dawî biryar dide ku li ser perçeyên dar û beran wêneyan xêz bike.

Ozan ji ber vê jî ku dikeve nava lêgera amûran, di nava rojê di demjimêrên diyar kirî de berê xwe dide geliyên Munzur û Pulumurê.

 Ozan ku bi wesayîta xwe rêya kîlometreyan dide ber xwe, li beravên çem ên li wan geliyan de perçeyên ber û daran kom dike.

Murad Ozan ku bi vî awayî derfeta dîtina xweşikiya xwazayê jî bi dest dixe, nexşên biznên kêwî û guldexwînan, jiyana gund û dîmenên xwezayê xêz dike. Herwaha Murad Ozan dibêje ku ew wê hunera xwe ya ku di salên zaroktiyê de destpê kiriye, bi hezkirin berdewam dike.

Ozan tîne ziman ku wî di xebatên hunerî yên li cîhê ku lê niştecîhe de beşdarî kiriye û bi salan li ser tabloyan wêne çêkirine.

Ozan diyar kir ku di salên davî de perçeyên ber û daran jî weke tablo bikar tîne û got:  " Dema ku ez diçim nava xwazayê û destê xwe didim wan amûrên wê deverê, ez gelek keyfxwaş dibim. Ez piranî vî xebatî, ji bo ku her kes jê sûdê wer bigre û cudahiyek ava bibe pêk tînim. Ji ber ku ez naxwazim hindek tiştên ku di nava xwazayê de heyî, ji aliyê geştyaran ve werin şewitandin û bi awayekî perçiqandî werin winda kirin. "

Ozan herwaha diyar kir ku ew sala derbas bûyî li mala xwe qet derneketiye û bi kevir û şaxên daran, karên cuda cuda berhem aniye û amadekariya koleksiyonê kiriye.

Ozan da zanîn ku ewê di stanta ku wê di havînê de veke û berhemên xwe bifiroşe û got: "Ezê hin qezencên xwe ji bo heywanên bêxwedî bi kar bînim. Armanca min di salên pêş de jî ewe ku ez her tiştê ku di derbarê wênekêşiyê de fêr bûme, fêrî mirovan bikim. Bêguman dixwazim hinek xwendekar li pişt min bimînin."

 

KURDŞOP
890 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!