Biyografiya jiyana Zadîna Şekir (1943 – 2008)

Mala bavê Zadînê berî ku ew bê dinê bar dikin diçin Yêrîvanê û Zadînê li Yêrîvanê tê dinê. Zadînê delalîya bavê xwe bûye û bi hezkirina bavê xwe mezin bûye

Şêrko Janzêm

Kurdshop -   Mala bavê Zadînê berî ku ew bê dinê bar dikin diçin Yêrîvanê û Zadînê li Yêrîvanê tê dinê. Zadînê delalîya bavê xwe bûye û bi hezkirina bavê xwe mezin bûye. Hîn di ciwanîya emrê xwe de dest bi dengbêjiyê dike. Zadînê bi Sûsika Simo  re dibe heval ji ber ku emrê Sûsika Simo ji yê wê mezintir e ew Sûsika Simo ji xwe re dike îdol.. Ew jî wek Sûsika Simo bi yekî Ermen re dizewice lê ji ber ku Êzîdî ne û civaka Êzîdîyan civakeke hişk e, bavê wê jî kesekî ji hêla bawerî urf û adetên xwe ve hişk bûye û li miqabilî vê zewacê derdikeve. Zadînê bi ya bavê xwe nake û bi zilamê Ermen re dizewice. Civakê toleransa ku dabû Sûsika Simo nedane Zadîna Şekir ji ber vê yekê Zadînê heta dawîya emrê xwe ji malbat û civakê dûr ketîye. Hetta bavê wê ji ber qahra wê dimire û ew jî nikare here cenazeyê bavê xwe.

Zadînê ji wan jinên pêşîn ê ku çûye di radyoyê de stran gotîye. Stranên “lê gidîyê”, “hey lê, lê, dînê”, “çil heyranê”, “yar were keçikê” ji bilî van kilaman, wê û Mecîdê Silêman gelek stran bi hev re strane. Zadîn ji eposa “Kerr û Kulik” ya di derheqê Derwêşê Evdî de “Delal wey delal” bi tena sere xwe distirê. Bi strana xwe ya bi navê “Dêre sorê biçûkê” xemlekê dide belgefîlma “Kurd Li Ermenîstanê” ku bingeha xwe ji senaryoya Erebê Şemo distîne.

Zadîna Şekir di sala 2008an de li Yêrîvanê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dide. Dema ku dile wê disekine û dikeve erdê dibêje “wî bawoo” di henaseya xwe ya dawî de ji bi hesreta bavê xwe diçe. Cenazeyê wê bi bêdengî li Yêrîvanê tê definkirin.

Çavkanî:

Boyîk, Eskerê: Çanda Kurdên Sovêtê, Weş. Peywend, Stenbol, 2019

KURDŞOP
1049 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!