Hevnîştimanî û Kurdistaniyên hezkirî
Îsal di demekî de em ber bi pêşwaziya Newrozê û sala nû ya Kurdî ve diçin ku rewşa Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ji salên berê dijwartir e, lê di heman demê de îradeya netewa Kurd bo xebat ji bo azadî û stûxwarnebûn di hember dagîrker de bilindtir ji hemû demekê ye.
Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.
Bi helkefta hatina cejna neteweyî ya Newrozê û sersala Kurdî, em bi germî pîrozbahiyê li we hemû hêjayan dikin û hêvî dikin ku sala nû bibe sala azadî, aştî û dadperweriyê ji bo hemû Kurdistanê.
Saziya KURDŞOPê
Newroza 2724an