Nexweşiyên Şekir

Nadiya Resûl

 

Nexweşiyên Şekir: cure, sedem, nîşan, rêbazên dermankirinê û kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?

Agahiyên li ser Şekir:

Ew nexweşiyeke metabolîk e ku bi şekirê xwînê bilind e. Nexweşiya şekir ji ber kêmbûna derxistina hormona însulînê, an kêmbûna şiyana laş a karanîna wê dibe encam ku şekir çê dibe herwiha dibe sedema kombûna glukozê, an şekirê di xwînê de. Însulîn hormonek e ku dibe alîkar ku asta şekirê xwînê rêkûpêk bike û ew dibe alîkar ku molekulên glukozê bikeve nav hucreyan, da ku werin hilanîn an jî ji bo hilberîna enerjiyê bikar bînin. Nexweşiya şekir heger çareseriyek jê re neyê dîtin û derman nebe, dibe sedema tevliheviyên cidî, ​​wek zirara nervê, damarên xwînê, çav, gurçik û organên din yên laş.

Cureyên nexweşiyên Şekir:

Nexweşiya şekir cureyê yekem (Type 1 diabetes) pergala berevaniya laş êrişî şaneyên pankriyasê dike û wêran dike, ew jî dibe sedema kêmbûna giran a însulînê. Nexweşên şekir 1 bi gelemperî di zaroktiyê de çêdibin û hewcedariya rojane bi însulînê heye. Nexweşên şekir 10% nexweşên şekirê pêk tînin.

Nexweşiya şekir 2 (Type 2 diabetes) celebê herî gelemperî ye û bi qelewbûnê ve girêdayî ye. Herwisa ji ber berxwedana laş li hember hormona însulînê û têkçûna bersiva hucreyan a li hember hormonê wisa çê dibe ku glukoz di xwînê de kom dibe.

Nexweşiya ducaniyê şekirê (Diabetes Gestational) rewşa bilindbûna şekirê xwînê ye û di dema ducaniyê de tenê bi jinên ducanî re çêdibin, ji ber ku placenta hormonên ku çalakiya însulînê asteng dikin derdixe. Nexweşeya şekirê ya ducaniyê piştî welidandinê ji xwe ve baş dibe.

Şekirê pêşveçûyî (Prediabetes) rewşek e ku tê de asta şekirê xwînê ji normal  bilindtir dibe, lê ew ne bi qasî şekir e ku nexweşek ji berê ve pê ketiye bilind bibe.  Asta şekirê xwînê ya normal di navbera 70-99 mg/dL de ye, asta şekirê xwînê li gel nexweşên ku rojiya parastina xwe ji şekir digrin 126 mg/dL zêdetir e û di rewşa nexweşiya şekir  a pêşketî de di navbera 100-125 mg/dL de ye. Nexweşên şekir ên bi vê cureya nexweşiyê heger rê li pêşiya şekirê bilind negire dibe ku asta şekir pêre bighêje cureyê duyem ji nexweşiya şekir.

Sedemên nexweşiya Şekiran:

Sedemên nexweşiya şekir li gorî celebê wê diguhere, hin ji wan celeban ev in:

- Hucreyên parastinê yên laş êrîşî şaneyên pankriyasê yên ku însulînê hilberîne dikin û wan dihelînin.

- Faktorên cînî.

- Teşwîqkirina pergala berevaniyê ji hêla vîrusek taybetî ve, ku êrîşî şaneyên pankriyasê dike.

- Qelewbûn.

- Zêdebûna temen jor 45-50 re.

- Hebûna nexweşiya şekir di nava malbatê de.

- Kêm tevgerî.

- Pêketina bi nexweşiya şekirê ducanî berî vê.

Nîşaneyên nexweşiyên Şekir:

 - Kêmbûna Giraniya laş ji nişkê ve.

- Gêjbûn û vereşî.

- Birçîbûn û westanbûn.

- Pirtîbûn tîbûnê û pirdaxwaziya rijandina nepakiyê (Mîz).

- Zuhabûna dev û xurandina laş.

- Nebaş dîtin.

- Derengbûna şifayeta birîneke laşî ango zû bi zû birîn rihet nabe.

Dermankirina nexweşiyên Şekir:

Armanc ji dermankirina şêkir ewe ku şekirê laş di xwînê de vegere asta xwe ya normal, her wiha ji bo ku asta şêkir bi pêş ve neçe û kêmbûnên din bi xwe re çêneke. Ji bilî wê ji bo ku nexweşê şêkir ji celta mêjî û dil were parastin. Yanî nexweşê şekir divê asta şekir di xwîna xwe di 7% de bihêle ku bi wê asta xwê di şekir de di navbera 140/90 de bimîne.

Ji bo dermankirina cureyê yekê ê şekir dive asta hermona Ensolînê di xwînê de vegere asta xwe ya normal. Ew jî bi riya ku di rojê de beriya xwarinê du sê caran were dayîn bi riya derziyê.

Di cureyê duyem ê nexweşiya şekir dive ku nexweş werzîşê bike û parastina xwe ji xwarinên ku asta şekir bilind dike bike. Lê heger ku ev awa bê sûd be dive nexweş li bijîşk vegere ku ew jî li gorî asta şekir di xwînê de dermên ji nexweş re nîşan dide.

Kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?

- Heger ku asta şekir di xwînê ji 250 bilindtir bibe.

- Heger ku tevger laş ji normal kêmtir bibe.

- Heger nexweş nizanibe xwe bi xwe derman bike.

- Heger bi çetinî xwaziya xwe daqutîne.

- Hger vereşî zêde bibe.

- Heger bêhin danû û standin zehmetir bibe.

KURDŞOP
441 Dîtin

Nexweşiyên Kêmbûna Xwînê

Nexweşiyên penceşêra pêsîran

Nexweşiyên tansiyona xwînê

Girîngiya xweparastinê di dema ducanî de

Dema bûn bi dayîk, xweştirîn beşa jiyana her jinekê ye. Çavdêrî û agehdarbûn di dema ducaniyê de, girîngktirîn karek e ku dayîk û kesên derdorê dikarin bo tendirustiya pitika wê bikin.

Jin û penceşêra zarokdanê (rehîm)

Penceşêra zarokdanê di nav jinan de yek ji cureyên penceşêrê yên herî berçav e. Hebûna zanyarî derbarê nîşaneyên vê nexweşiyê û nasîna bilez a wê, bandoreke zêde li ser çareserkirinê heye. Xwînrêjiya ne asayî nîşana berçavtirîn penceşêra zarokdanê ye.

Bandorên xwezayê li ser ruh û rewanê mirovan

Strês û nîgeranî ji wan pirsgirêkan in ku bi hêsanî dikarin gefê ji tendirustiyê bikin. Geriyan di nav xwezayê de dikare van pirsgirêkane çareser bike û tendirustir bike. Lêkolîna lêkoleran nîşan daye ku kesên di rojê de çend demjimêran di nav sirûştê an jî hêşînahiyên parkên bajaran de derbas dibin ji sedî 20 kortîzola laşê wan kêm e. Hormona kortîzolê di laş de dibe sedema strêsê.

Rêkar û sedemên dirêjbûna bedenê li gel zarokan

Pêwendiya di navbera dîlankirin û tendirustiyê de

Li gor lêkolîna pisporan, dîlankirin yek ji wan rêyên pêşîgirtin ji pîrbûna pêşwext e û wisa dike ku mirov bi gencî bimîne, îcar girîng nîne ew dîlana ku tê kirin profîşnalî ye yan ne, girîng ewa ye ku mirov rojane yan jî heftane ji bo demeke kurt dîlanê bike.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!