Nexweşiyên çav

Ji gava ku mirov ji malzaroka dayika xwe diwelide û tê dinyayê bi rêka çavan, çavên xwe li jiyanê vedike. Herî pêşîn di hefteyên destpêkê de mirov an Zarok tenê rengê reş û sipî dibîne di pêvçûna jiyanî de êdî hêdî hêdî rengan dibîne û herî pêşîn rengê sor dibîne û paşê ta temenê xwe salek derbas dibe hemû rengan dibîne.

Nadiya Resûl

 

Nexweşiyên çav: cure, sedem, nîşan, rêbazên dermankirinê û kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?

Agahiyên li ser çav:

Çav ew ji wan her pênc lebatên sehikê ye ku mirov 75% di jiyana xwe ya rojane de bi kar tîne. Em tiştan bi wêneyeke wek hev dibînin. Lê di rastiyê de, çavika çavan wêneyeke berovaj li ser cîhê hestiyar a toreyê çêdike. Ev wêne, bi rengên xwe re, di toreyê de vediguhezîne sînyalên elektrokîmyayî yên ku bi rêya nêriyê çavan ji bo pêvajoyê vediguhêzin mejî. Her çavek wêneyekî tiştekî dibîne û mêjî jî her du wêneyan li hev dike, ji ber vê yekê em wêneyekî sê-alî yê wî tiştî dibînin.

Çavê mirov ji sê tebeqeyên sereke pêk tê:

Tebeqeya hişk, ew jî li derveyî çav dikeve û ji tevna girêdanê pêk tê; Ew çavan diparêze û ji hêla demarên xwînê ve dewlemend e. Parçeyê pêşî yê vê qatê tenik e û jê re qerniyê tê gotin. Qerniya çavan demarên xwînê tê de tune ye ji ber vê yekê ew xurdemenî û oksîjena ku jê re lazim e, ji ava avî ya ku ji laşê kilîk derdixe, digire.

Hevalçûkê çavan, ew di navbera tebeqeya hişk û toreye çavan dikeve û di nava xwe de demarên xwînê dihewîne; Ew xwîna bi oksîjenkirî digihîne toreyê. Ew ji hêla pîgmenta melanînê ve dewlemend e, ku tîrêjên ronahiyê yên zêde yên ku di toreyê re derbas dibin vedihewîne, berûvajkirinê qedexe dike û dibe sedema zelaliya dîtinê.

Tora çavî, malzaroka çavan ji paş û kêlekan ve digre, lê nagihîje pêş.

Awayê xebitîna çav:

Çav bi tevliheviya avahî û fonksîyonên xwe yên anatomîk ve diyar dibe. Her çavek bi berdewamî ronahiya ku digihêje xwe eyar dike, li ser tiştên dûr û nêzîk disekine û dîmenên bi berdewam çêdike ku di cih de ji mêj ve têne şandin.

Cureyên nexweşiyên çav:

Ji gava ku mirov ji malzaroka dayika xwe diwelide û tê dinyayê bi rêka çavan, çavên xwe li jiyanê vedike. Herî pêşîn di hefteyên destpêkê de mirov an Zarok tenê rengê reş û sipî dibîne di pêvçûna jiyanî de êdî hêdî hêdî rengan dibîne û herî pêşîn rengê sor dibîne û paşê ta temenê xwe salek derbas dibe hemû rengan dibîne.

Mirov nikare bêje ku ji gava mirov ji dayika xwe diwelide çavên wî bê nexweşiye û ew sedî% dibîne, lê bi domana temen re êdî hêdî hêdî kêmanî dikeve xebitîna çavan, lewma li vir em ê behsa hin ji wan nexweşiyan bikin.

Nexweşiyên ji dayîkbûnê.

Nexweşiya nedîtina rengan.

Iltîhaba çavan.

Zengbûna tora çavan.

Nebaş dîtin.

Ava spî.

Ava şîn (glaucoma).

Zuhabûna çavan.

Iltîhaba qernî.

Sedemên nexweşiya çavan:

Pîrbûn.

Nexweşiyên ji dayîkbûnê.

Tirewma û birînên çavan.

Çaxrevexwarin.

Nexweşiya şêkir.

Bikaranîna dermanên derveyî pirsyariya bijîşk.

Nîşaneyên nexweşiyên çav:

 -Zuhabûna çavan.

-Çavên pir hêsiran dike.

-Nebaş dîtin.

-Gêjbûn.

-Nebaldarî.

-Nekarbûna vekirina çavan.

-Nehezkirina dîtina ronahiyê.

Dermankirina nexweşiyên çav:

Xwarina xwarinên baş.

Werzîşkirinên ji bo çavan.

Baş raketin.

Nebikaranîna elektironiyan bi zêdayî.

Parastina ji nexweşiyên çav:

Divê li pêşiya rojê gulizkên reş were xwekirin.

Bi karanîna gulzikên bijîşkî ên çavan.

Xwarina xwarinên baş.

kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?

Bi gelemperî di hemû temenê pîrbûnê ango 50-55 û jor de, divê mirov biçe bijîşk.

Herwiha hemû zarokên temenê wan kêmî 10 salî divê çavên wan bên şeysandin da ku nexweşiyek hebe di zûtirîn dem de were dermankirin.

Zehmetiya dîtinê bi şev an dema ajotinê.

Çavên sor an pembe.

Nehezkirina çavan ji ronahiyê.

Nebaşdîtin û pirsgirêkên dîtinê yên dîtir.

Êşa çavan.

Hebûna rewşek bijîjkî ya ku bandorê li çavan dike.

Gêjbûna zêde.

Dîtina lekeyan an jî çirûskan.

Zuhabûna çavan.

Pirbûna hêsirên çavan.

Hebûna êşê di çavan de gava nihrandina li kobiyoter an tilefûnê.

KURDŞOP
397 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!