Nadiya Resûl
Nexweşiyên dil: cure, sedem, nîşan, rêbazên dermankirinê û kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?
Agahiyên li ser dil:
Di dil de çar borî hene, dibe ku yek ji wan xera bibe û di karê xwe de nexebite. Nexweşiyên bingehîn di xebata boriyên dil de li ser du koman têne dabeş kirin:
Tengbûna boriyên dil:
Ew jî tê wê wateyê ku êdî xwîn bi awayekî normal nagihêje hemû aliyên dil û pêwistiya xwe bi pijandineke jê bi hêztire da ku xwîn bighêje hemû aliyên din.
Ferehkirina boriyên dil:
Di vê rewşê de pijkirina xwînê di boriyên dil de berdewam dike, tevî demên ku divê xwîn raweste û di boriyan re neçê.
Awayê xebitîna dil:
Fêmkirina dil çawa û bi çi rêbazî kar dike, fêhmkirina sedemên nexweşiya dil hêsantir dike. Dil pijîneke û prgaleke masûlkeyî ye ku bi qasî kefa destan e û li çepê sînga mirov dikeve. Dil dibe du aliyê rast û çep. Armanca vê beşê ew e ku xwîna tijî oksîjen bi xwîna bê oksîjenê re tev nebe, ji ber ku xwîna bê oksîjen bi rengê şîn e û vedigere dil. piştî ku ew di laş de belav dibe. Aliyê rastê yê dil ji guhê rastê û zikê rastê pêk tê, ew xwînê ji pişikê werdigire û bi riya demarên pişikê vediguhêze wan. Di encama vê veguheztinê de rengê xwînê sor dibe.
Xwîna tijî oksîjen ji aliyê rastê derbasî aliyê çepê yê dil dibe, ku ew jî ji guhê çepê û zikê çepê pêk tê. Êdî ji wir jî, ji aliyê çepê, bi riya demaran xwîn li her aliyê laş belav dibe da ku oksîjenê bighîne hemû aliyên laş.
Çar boriyên dil li ser herikîna xwînê ya bi rêkûpêk berpirsiyar in. demar tenê di yek alî de vedibin û her yek ji wan tenê carekê di her rehjena dil de vedibe. Û di dema bêhinvedanê de her kêliyekê carekê vedibe.
Cureyên nexweşiyên dil:
Nexweşiyên dil ên demarî.
Nerêk û pêkiya rehjenên dil.
Nexweşiyên dil ên ji dayîkbûnê ve.
Nexweşiya demarên dil.
Nexweşiyên dil ên ji sedema iltîhaba perdeyên dil.
Nexweşiyên demarên dil.
Sedemên nexweşiyên dil:
-Nebaş xwarin
-Zêdebûna pijkirina xwînê
-Zêdebûna Kolesterolê di xwînê de.
-Nexweşiya şekir.
-Qelewiya zêde.
-Nebûna çalakiya laşî.
-Stresa domdar.
-Tenduristiya xerab
Sedemên nerêkûpêkiya rehjenên dil:
Nerêkûpêkiya demarên dil.
Nexweşiya demara dil a tacî.
Nexweşiya şêkir.
Xwarina madeyên hişbir.
Stresa hestiyarî.
Pirbûna vexwarina mey.
Nexweşiyên dil ên ji dayîkbûnê ve.
Bilindbûna asta xwînê di laş de.
Girtina damara dil.
Nîşaneyên nexweşiyên dil:
Êşa sîng
Ser hişçûyîn
Westanbûn
Nerêkûpêkiya rehjenên dil
Kurtbûna bêhnê
Werimîna lingan an gozkê
Hincaran jî ji wan nîşaneyan dil ji xebitînê radiweste ew jî ji ber pêşketina asta nexweşiyê.
Dermankirina nexweşiyên dil:
Di rewşa iltîhaba dil de divê hin dermanên ku bijîşk nîşan dide were xwarin. Guhertinên şêwaza jiyanî ku divê werzîşê bikin, caxreyê rawestînin, derketina ji vexwarina mey, xwarina xwarinên baş û kêm don.
Di hin rewşan de jî mirov nikare nexweşî û êşa dilê xwe li mal an bi çend heban rawestîne û pêdvî bi neştergeriyê ye. Ku ew jî bi riya bijîşk û nexweşxwaneyê tê kirin. Ji ber ku di rewşên pêşketina nexweşiya dil çareserî bi lez û bez pêwîste, ew çareserî jî heger nebe dibe ku ew nexweş jiyana xwe ji dest bide.
Parastina ji nexweşiyên dil:
Hin cûreyên nexweşiya dil, wek kêmasiyên dil nayên pêşîlêgirtin. Lê hin guhartinên şêwaza jiyanî hene ku alîkariya nexweşiyên dil dike ku rewşa wan baştir bike. Her wiha pêşîgirtina gelek cureyên nexweşiyên dil jî dike.
Ew guhertin ev in:
Parastina asta pijkirina xwînê di dil de. Her wiha parastina asta şêkir û kolesterol di xwînê de.
Dive dev ji caxreyê were berdan.
Pêkanîna çalakiyên laşî ango werzîş.
Pergala xwarinên tendirûstî
Parastina giraniya laşî
Kontrolkirina asta stresê.
kengî divê mirov biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê?
Divê di rewşa heyîna van nîşaneyan de mirov bi lez biçe gel bijîşk an nexweşxaneyê:
Êşa sîng
Ser hişçûyîn
Kurtbûna bêhnê