Werîna por û sedem û çareseriyên wî

“Pirsgirêk û werîna por” yek ji adetirîn pirsgirêkan e ku piraniya jin û mêr rastî wê yekê hatine. Di qonaxek ji qonaxên jiyanê de, li tev serdem û temenenekê û nemaze di temenê navendî “20-40” salî yan “25-50” salî de, dibe ku em rastî wê pirsgirêkê bên.

Kazîwe Reşî

 

Ger di rojê de 50 heta 100 ta ji porê jin û mêran bê werîn, ewa normal e û ji bo ew kesên ku porê wan dirêje heta 150 ta jî biwere normal e. Lê eger porwerîn ji wê astê zêdetir bû û hate zanîn ku por rût dibe, wê demê hewce ye serdana pizîşkê taybet bê kirin û sedema werîna por bê diyarîkirin û divê mirov li pey çareseriya gunacw ji bo wê yekê bigere.

Em çawa bizanibin porwerîn pêwîstî bi çareseriyê heye?

Dema ku mirov serdana pizîşkê pispor dike di wê demê de pizîşk porê nexweş diceribîne ku divê wê demê por ji nû ve hatibe şûştin. Wê demê pizîşk hin beşên di bin porê nexweş de lêkolînê dike, bi taybet beşa pêşiya ser yan naverasta ser bi destê xwe 40 ta ji porên nexweş digire û radikêşe û ger ji wan 40 tayan 4 ta derketin, wê demê porê nexweş diwere û pêwîstî bi çareserî heye, lê ger kêmtir bû, ewa normal e û wekî werîna por nayê hesibandin.

Sedemên werîna porê çi ne?

1- Jenetîk rolek bi bandor heye ji werîna por û nemaze di mêran de ku hin kesûkarên wan keçel in, û ew jî rûbirûyê werîna porê dibin.

2- Gelek caran jin piştî zarokbûnê rastî werîna porê tên û porên wan zêdetir diwere. Wate di dema ducanî de por nawere, têkçûna hormonan nemaze hormona “Endrojîn” di dema ducanî de sedema sereke ye bo werîna pora li pey zarokbûnê. Herwisa kêmbûn û zêdebûna hormona “sayroyîd” a qideya bi êş dibe sedema werîna porê.

3- Kêmbûna “hesin” dibe sedema werîna por, lewma eger kesek rêjeya hesin di laşê wî/wê de kêm be, divê ji rêya pizîşkî ve çereseriyê peyda bike, çi derman be çi xwarin.

4- Bikaranîna boyaxa porê, dibe sedema lawazbûna tayên porê û bilindahiya porê dişkîne, lewma pêwîst e bi taybet keç û jin eger rûbirûyê wê pirsgirêkê bûn, boyaxa porê bikar neyinin yan jî heyama bikaranîna boyaxê ji bo porê, dema wê hinekî mewda hebe yan jî bikaranîna utû bo paqijkirina porê û porzuhaker (hairdryer) ji bo zuhakirina porê, dibe sedema lawazbûn û şewitandina tayên porê, lewma divê ev yekane zêde neyêne bikaranîn.

5- Bikaranîna “kirêm û jêl” ji bo porê, ew yeka bi awayî rasterast bandorê li ser werîna porê dadinê bi taybet mêr ku zêde “jêl û sipra”yê ji bo porê bikar tînin. Eger ew yeka zêde bê bikaranîn, li ser lawazbûn û werîna porê bandordar dibe.

6- Kesên ku di parêzê de ne û kêm xwarinên ku “proteîn û tirşiya omega-3” di pêkhatya wan de heye, dê tayên porê wan lawaz bike û dê pirsgirêka porwerînê hebin. Eger hûn xwe di parêzeriya xwarinê de bin, divê hûn bizanibin ku çi dixwen û çi naxwen.

7- Hemû rojan şûştina porê yek ji şaşiyên adetî ye ku hin mirov encam didin. Ya baş ew e ku di hefteyê de du caran por bi şampoya taybet û ava şêtîn bê şûştin.

8- Tûşbûn bi hestiyariya pîstê sedemek din a werîn û lawazbûna tayên porê ye, çimkî dema ku mirov tûşê hestiyariya pîstê dibe, wê demê xwîn û pêkhateyên hewce nagihine tayê porê.

Ew kesên ku porrûtiya heyamî hene bi taybet mêr nabe bi ti awayekî ji bo çareserî û şînbûna porê xwe ji dermanan sûd wergirin, çimkî ew kesane tenê bi çandina porê dikarin wê yekê çareser bikin û ti çareseriyek din nîne. Ji bo çandina porê jî, pizîşk ji tayên pişta ser yan ji tenişta ser sûd werdigirin, ji ber ku ew tayên porê ji beşa din a ser kêmtir hestiyartir e bi hormona “stîroyd” û ew beşa ser pirtir e ji beşên din ên ser.

Temenê herî baş ji bo çandina por piştî 30 saliyê ye, û baştir e ku werîna porê rawestabe, çimkî ger wisa nebe por bê çandin jî, dê dîsan bê werandin.

Hin vîtamînên bi sûd hene ku dikarin bi xwarinê ve werin bidestxistin ku alîkariya xurtkirina tayên por dikin:

Pir kes porê saxlem wekî nîşaneya tendirustî an xweşikbûnê dihesibînin, lewma por jî, mîna her perçeyek din ê laş, hewceyî bi gelek pêkhateyên xwarina cuda heye ji bo wê ku geşe bike û tendirust be, ku wisa ye yek ji rêyên sereke yên hebûna porê xweşik û tijî pêk hatiye ji bikaranîna hewce ya van pêkhateyên jêrîn:

Vîtamîn A:

Hemû xaneyên laşê ji bo geşekirinê pêdivî bi vîtamîna A hene, ku di nav wan de geşeya por e ku di laş de herî zû mezin dibe. Xwarinên wek “sêvikên şîrîn, gêzer, îspenax û kundir” bi beta-karotîneyê dewlemend in ku li gorî pêwîstî di laş de vediguherin bi vîtamîna A. Vîtamîn A di berhemên şîremenî ên wekî şîr, hêk û mast de jî heye.

Vîtamîna B:

Yek ji vîtamînên herî naskirî yên ji bo geşekirina por vîtamîna B e ku jê re “biotin” tê gotin, “biotin” wekî çareseriya werîna porê tê bikaranîn. Vîtamîna B hevkariya çêbûna xirikên xwînê yên sor dike, ku oksîjen û xwarinê digihîne pîsta serê û beşa porê ku ji bo geşeya porê piroseyeke girîng e, ev vîtamîne zêdetir di xwarinên wek “dexil û dan, badam, goştê sor û masî” de tê peydabûn.

Vîtamîna C:

Laşê pêdivî bi vîtamîna C heye ku proteîna kolajînê berhem bîne, ku beşeke girîng a pêkhateya porê li xwe digire, herwisa vîtamîna C ji laşê re dibe alîkar ku hesinê li xwe bigire, ku kanek e girîng e ji bo geşeya porê. Çavkaniyên herî girîng ên vîtamîna C “şilk, bîber û êmîşên tevlîhev wek pirteqal û lîmo û hwd” in.

Vîtamîna D:

Kêmbûna vê vîtamînê bandordar e û bi werîna porê ve têkildar e, ji ber vê yekê tê zanîn ku ew di pirbûna porê de roleke girîng hebe. Laşê mirov “vîtamîna D”yê bi tîrêja rojê rasterast bi dest dixe, lê ji bo bidestxistina vê vîtamînê xwarinên baş hene, di nav wan de “masiyên bi rûn, kakovirk, hêk, şîr, mast”.

Vîtamîna E:

Ev vîtamîne dije oksîdanek e ku li dijî dagirtin oksînerê disekîne û çavkaniyeke baş e ji bo bihêzkirina tayên porê. Kesên ku porê wan diwere piştî wergirtina vîtamîna E ji bo heşt mehan geşeya por ji sedî 34.5 zêde dike. Çavkaniyên baş ên vîtamîna E pêk hatine ji “dindik, badam, îspenax, evokado”.

KURDŞOP
614 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!