Alozozî yan nexweşiya derûnî çî ye? Çi rêyek ji bo lihemberderketina vê nexweşiyê heye?

Aso Esedî

 

Di çemka pizîşkî û zanistî de, aloziya demarî pêk hatiye ji aloziyên naskirî yên xelekên demarî, ango mêjî, riha piştê û demarên belavker ku pisporiya norolojî ya li cem pizîşk li xwe digire û bi gelemperiya wan aloziyên kêm û zêd dibêjin: Nesaxiya derûnî.

Nesaxiyên derûnî, “aloziyên hest û zext, aloziya kiryar û herwisa hizrê li xwe digire". Mînaka tevliheviya çalakiyê (ADHD) di zarokan de, mînaka hest û zexta xemokî ye û mînaka hizr jî weswasî û dudilîbûn e.

Ew tişte ku di nav xelkê de adet e û bi nesaxiya demarî tê naskirin, di rastî de îşare bi nesaxiyên derûnî yên sivik yên wekî kelecanî, xemokî, weswesebûn li asta xwarê û hin ji metirsiyan dike. Lê ew nexweşiyên derûnî yên ku di nav xelkê de kêmtir hatine naskirin, aloziyên dijwarî ne ku di wan de pêwendiyên nexweş digel cîhana derdor tê qutkirin, wekî “Eskîzofernî, Otîzm, Parkînson û hwd in. Nîgeranî û xemokî adetirîn halet in û herwisa zêdetirîn haletên çûna cem pizîşkan in.

Dîroka nexweşiyên derûnî

Bi sed sal civakan bi ew kesên ku ji nexweşiyên derûnî êş didîtin bi hovane bi wan re reftar dikirin. Bîrokeya kevn di berê de hebû ku sedema wan nesaxiyên derûnî bo aliyê şeytan û hêza serweyê sirûştê vedigerandin. Di serdema kevn de ji bo çareseriya nexweşiya derûnî, termê nesaxan dixistine bin êş û azar, lêdanê û birsîtiya zêde ku cihê şeytan di term de nemîne û bireve.

“Sigmund Freud” demarnas û damezrînerê peyrewa “Rohnkariya derûnî”,  ji yekem derûnnasan bû ku rêbazek nû ya dermankirina nexweşiyên derûnî destnîşan kir û li ser vê bingehê derûnasî ava kir.

Sedem

Di rastî de em nikarin ji bo nexweşiyên derûnî tenê sedemkê pênase bikin, çimkî mirov candarek fîzîkî, derûnî û civakî ye. Ev sê faktorane her yek ji wan dikarin di cihê xwe de sedemên nexweşiya derûnî bin. Bo mînak di her yek ji wane de, “bo demkî û jenetîk, pirsgirêkên ducaniyê û zextên li ser, ji sedemên fîzîkî ne, nakokî û yeknegirî ku tak di hundurê xwe de li hemeber çareseriya pirsgirêkan heye ji sedemên derûnî ne û herwisa gelempera pêwendiyên tak bi kesên dinê re di çarçoveya malbatî, tax, dibistan û cihên kar de, ji sedemên civakî ne”, her yek ji wan sê sedemên sereke ku me behsa wan kir li ser hev bandorên beranberî hene.

Dermankirin

Di çend dehikên borî de gelek dermanên bi sûd ji bo wan haletan hatine peydakirin, bo mînak dermanên dije xemokî û dije dilgiranî. Lê bikaranîna wan dermanan hemû demekê divê di bin çavdêriya pizîşkî de be û di dewreke dermanî ya tevaw de bêne bikaranîn, çimkî bikaranîna carnan û bêdem ti sûdek wan nabe û belkî ziyanbar jî dibin. Gelempera giştî ya dermanan nikarin bi tevahî çareseriya pirsgirêkên derûnî bin û bi yekcarî jî wan ji nav nabe, lê dikare heta asteke zêde bandora wan li ser tak vêde bibin û hevkariya tak bikin ku bikarin wek keskek asayî jiayan xwe derbas bikin.

Derûndermanî

Sûdwergirtina pêwendiyên di navbera derûnas û nexweş de nîşaneyên kêmkirina nexweşiyê ye. Di wê meşê de ew vedigerine ser ezmûn û derbasbûyî ya jiyana nexweş da ku ji vê rêyê ve xwe nas bike û herwisa bingeha wan pirsgirêkên ku bûne sedema aloziyê di hundurê nexweş de, peyda bikin.

Ji bilî van her du rêyên dermankirinê, alîkarîkirina nexweş û beşdarîkirin di karûbarê rojane yên hêsan de li ser asta malbatî û civakî, dikare heta radeyekê bibe alîkar ji bo dermankirinê û ji aliyek dinê ve jî wergirtin û qebûlkirina wan ji aliyê civakê ve.

Rêya pêşîgirtin

Me zanî ku çendîn sedem dibine sedema çêbûna nexweşiyên derûnî, ku wisa ye bo parastina wan, divê van mijaran berçav bigirin û li gorî hewce pê re danûstandinê bikin. Bo mînak, berevanîkirin ji sedemên fîzîkî, xwarin û tendirustiya baş a dayîkê di dema ducaniyê de, hişyarbûn û berevanîkirin ji zarokê di dema jidayîkbûnê de, agehdarî û pêşîgirina ceste bi îltihab û stûrbûn di dema zarokbûnê de, encama lêxistina zarokan di dema xwe de, nehêlana derbektein bi serê zarokan di dema nûpêgihştî û piştre de, herwisa çavdêrî û kontirolkirina xwarina zarokan û hwd..

Girîngtirîn çarçoveya civakî ya her mirovekî di serdemê zarotiyê de bê guman malbat e, ku sereketirîn haletên derûnî yên zarok li wir tê afirandin, lewma divê dayîk û bav hewl bidin malbat keşeke saxlem û tendirust di hemû warekê de hebe. Hebûna pêwedniyên dirust û guncaw di navbera bav û dayîk û zarokê de ku berpirsayetî û erka her kesekî bi başî hatiye diyarîkirin û zarok bikaribe temekirin û xelatên kiryarên xwe pêşbînî bike û herwisa hevdeng û hevnerînbûna dayîk û bav li ser perwerdehiya zarok heta ku nebe sedema wergirtina peyama dualî bo vê mebestê gelek girîng in.

Pêkanîna hesta serbixweyî û berpirsayetî li dema guncaw û piştevanîkirina bi şiyan û li cihê xwe, herduk dikarin ji çêbûna hêvî û bawerbixwebûn di zarokê de rola erînî bilîzin. Girîngîdan bi hewcehiyên zarokan wekî dema bêhnwedan û seyran û leyîza tendirustî û herwisa famkirin û pêzanîna pêdiviyên serdema ciyawaziyên geşe, wekî nûciwanî û reftara bi cih digel ew pêdaviyan ji aliyê dayîk û bav û berpirsên perwerde yên zarokan ve, dikare bandora zêde li ser berevanîkirin ji nexweşiyên derûnî hebe.

Herwsia demûdezgehên ragihandinê jî dikarin rola erênî û nerênî yên xwe li ser van mijaran hebin.

KURDŞOP
677 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!