Hanî Murteza
Bi guherîna demsalan û guherînkarî li germahî û siriya jîngehê û asta terî û hişkiya cihê jiyana me, laşê mirov jî rastî guherînkariyan tê û pêwîstiya vê bi xwarinên cuda dibe bo wê ku pêdiviyên laş, pîst û bi giştî xaneyên vê li gorî guherînkariyên jîngeha derdorê bê wergirtin.
Bi hatina demsala payîzê û sirbûna keşûhewa bi taybet di şevê de, nexweşên vê demsalê û nemaze petayên azarî û anfolanza û hwd, berfireh dibin û ewa jî wisa dike ku em neçar bin wek çawa stîla cilûbergên xwe diguherînin, guherînkarî di xwarin û vexwarinên xwe de jî pêk bînin. Demsala payîzê bi demsalek hişk û sir tê nasîn. Lewma laşê mirov gelek ji madên xwarinî û kanzayî yên wek hesin, vîtamîn, kalsiyom û gelek madeyên din ên pêwîst, bi encamdana çalakiyên rojane û westiyan di vê demsalê de, di laşê mirov de kêm dibin. Her lewma hewce ye bi guherinkarî bi ser danên xwardimeniyan de û dabînkirina xwarinên cuda bo vê demsalê, em amadekariyan bikin ji bo xweparastin ji nexweşiyan û nemaze zêdebûna kêşê. Bi bervajî ve jî piştguhavêtin yan girîngînedan bi wan xwrinên tendirustî ku pêwîst in di vê demsalê de bêne xwarin, laşê mirov rastî hişkbûna pîst û verîna por û hişkbûna lêv û kêmiya wize û bêhêziya laş tê.
Girîngtirîn xwarin û vexwarinên ku pêdivî ye em di vê demsalê de bixwin û di warê tendirustî de bi sûd in.
1- Sîr û piyaz: Ev her du pincarane bi sûd in û berevaniya laş bihêztir dikin. Xwarina wan çi bi şêweyê kalî yan di nav xwarinan de gelek bi sûd e.
2- Masî: Xwarina ji bo demsala payîzê xwarina piraniya cureyên masiyên biraştî ye ku pir bi sûd e.
3- Êmîş û bi taybet jî êmîşên tirşayî wek kêwî, hinar û sêv bi vîtamîna C û madeyên antîoksîdanên din dewlemend in.
4- Pincarên peldar ên wek kelerm, qernabît û nane.
5- Xwarinên baqileyî yên wek şorba, nîsk, nok û maş.
6- Xwarina çaya giyayî yên wek çaya gulebeybûn (gula beyare), raziyane, mîxek, zencefîl, çaya kesk, bi cihê ew vexwarinên ku hinek zêde “caffeine” tê de ye wek çay, qehweya reş û bi taybet eger şeker bê têkirin, û herwisa bi şevan li şûna çay û qehweya tal, bardaxek şîrê germ yan çayiyek giyayî bê xwarin.
7- Xwarina guvîj ku sûdek zêde heye û hem jî berhemek payîzî ye. Di Kurdistanê de du cure guvîj heye (guvîja sor û zerd). Guvîj li dijî oksan û egera tûşbûn bi şêrpenceyê bi sûd e û nexweşiyên dil kêm dike. Laşê ji îltîhabê diparêze, rûnên xwînê kêm dike, rê li ber verîna por digire û ji bo kêmkirina kêşa laş baş e.
8- Bikaranîna darçîn û kajîle di vê demsalê de berevaniya laş zêde dike.
9- Xwarina kakil û dendikên wek gûz, badem û kundir.
10- Xwarina hingivîn di payîzê yan jî demsala sirê de bi tevlîhevkirin bi av re û vexwarina vê wek şerbetê, girîngiyek zêde bo wize û şiyana laşê mirov heye.
11- Çêkirina şerbeta sirûştî û nemaze mêwij di vê demsalê de.
12- Xwarina tûtê ku rêjeyeke zêde antîoksîdan li xwe digire û sûdeke zêde heye.
13- Xwarina goşt nemaze singê mirîşk û goştê sor bi bê rûn ku wizeyek girîng dide laşê mirov.
14- Ji bo ku di demsalên sirê de û hem jî di demsala havînê de ji kêmbûna avê nemînî û ji hişkbûna laş rizgar bî, gelek avê vexwin da ku laş bi têra xwe av hebe.
15- Xwarina ev xwardimeniyên ku dewlemend in bi rîşalê û herwisa xwarina hemû cur ji xwarinên ku pêk hatine ji dan û dû.
Kurdistanê jî komek xwarinên taybet bi xwe heye ku di demsalên sirê de têne xwarin û bi madên xwarinî dewlemend in û ji bo tendirustî jî gelek bi sûd in, ji wan jî ku di demsala payîz û zivistanê de têne çêkirin: Aşa genim, şorbe, nîsk, dane lîq, berbesêl, doyine, tirxêne, avnok, serûpê, şîr, şelem û hwd, ev û gelek xwarinên din jî di demsalên sirê de li Kurdistanê têne xwarin û sûdeke baş ji bo tendirustiyê hene.