We caran dirankosk dîtiye?

Dirankosk di warê tenduristiyê de xwedî gelek sûdên cuda cuda ne, yek ji wan jî li gorî ku dayîk û pîrên kurdan dibêjin, gava ku kevir an ax di gurçikê mirovan de peyda dibe.

Aras Hiso

Gelek tiştên wiha hene ku îro nayên bala her kesî yan jî hêdî hêdî ber bi wendabûnê ve diçin. Dirankosk gîhayeke wiha ye ku bêhtir di demsala biharê de şîn dibe û bêhtir li ber avên çeman û cihên avî derdikeve, şîn dibe û paşê jî hişk dibe. Di dewr û zemanên berê de û  heta îro gava ku mirov xwarinek dixwar û ew xwarin    di ber diranên wan de dima, radibûn diranên xwe bi vê dirakoskê vedidan û paqij dikirin. Çawa îro li şûna dirankoskê gelek alavên cuda ji bo paqijkirina diranan derketibin jî, lê her dirankosk di nava kurdan de heye û wekî kevneşopî xwe parastiye.

Di warê ferhengî û navlêkirinê:

Li gorî ferhenga kurdî - kurdî û Wîkîferhengê, di zaravayê kurmancî de ji vî gîhayî re bi deh    navên cuda cuda tê gotin.    Dirankosk, darikê diranan, dirankozik, pûjiyê diranan, diranposk, xildank, dirankeroşk, dirankolik, dendefirîş û hwd hin ji wan navan in. Di zimanê erebî de jî Xelê-El-xelîn tê gotin yan jî bi vî awayî jî tê gotin: Ammi Visnaga. Ev hemû peyvên me ku li vir rêz kirine, wateya qilçixeke wiha dide  ku mirov pê diranê xwe vedide û paqij dike. Ev hemû peyv jî ji bo her herêmekê cuda ye, lê peyva ku bêhtir di nava kurdan de tê bikaranîn dirankosk e. Lê wekî derman an jî gîha hema hema mirov dikare bêje li hemû erdnîgarî û waran tê peydakirin. Li gel ereban jî tiştekî cuda heye ku jê re tê gotin miswak, ew jî darek e ku hebekî qalind e mirov pê diranê xwe vedide û hem jî ji bo tenduristiya mirov baş e ku li şûna firçeya diranan a paqijkirinê jî tê bikaranîn.

Sûdên Dirankoskê:

Dirankosk di warê tenduristiyê de xwedî gelek sûdên cuda cuda ne, yek ji wan jî li gorî ku dayîk û pîrên kurdan dibêjin, gava ku kevir an ax di gurçikê mirovan de peyda dibe. Ev dirankosk gîhayê wê yê şîn bi taybet gulên ku bi ser de qozik girtine, çend deqeyan tê kelandin û di pey re ava wê tê vexwarin, dihêle ku bi ava wê re gurçik werin şûştin û paqijkirin. Li gelek cihan jî hîna ev yek li şûna dermanên din tê bikaranîn, lê ne tenê ji bo nexweşiya gurçikan derman e, ji bo gelek nexweşiyên din yên mîna nexweşiya    sîngê ya    mîna bêhnstandin û berdanê, iltîhab, aktîvkirin û rêxistinkirina deweya xwînê û ji nexweşiya dil re dermanekî gelek guncav û kêrhatî ye. Her wiha tê gotin ku dendikê wê jî ji bo nexweşiya çermê mirovan derman e. Dîsa jî li gorî kesên ku bi van nexweşiyan ketine, dibêjin ku li ser vî gîhayî rihet bûne. Îro heta bi doktoran be jî rê li pêşiya nexweşên xwe vedikin da ku serî li vî gîhayî bidin ku ji gelek aliyan ve xwedî sûd e.  

Îro ji bilî vî gîhayê me gotî, belkî bi hezaran cure û motikên gîhayan di nava kurdan hene ku hinek ji wan hatine jibîrkirin û hinek ji wan jî berdewam in û ew gîhayê ji dehên nexweşiyên cuda cuda re derman e.

KURDŞOP
676 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!