Rojan Sofîzade
Mirov û hemû heywan girêdayî jîngeha xwe ne û li ser hev bandorê dikin.
Bi pêşketin û guhertinên şêwaza jiyana mirovan, rêjeya van bandoran zêdetir bûye.
Carinan baş û carinan jî xirab. Em mirov bêyî baldarî jiyana xwe didomînin û difikirin ku xweza dê her û her weha bimîne, lê em bi tevahî xelet in.
Germbûna erdê, bilindbûna asta okyanûsan, windabûna hin cureyên heywanan û bahozên mezin hin ji bandorên xwezayê yên li ser jîngehê ne.
Gelek doktor û lêkolînerên tenduristiyê di wê baweriyê de ne ku "Dermanê xwezayê" an jî heman "dermanê kesk" ji bilî başkirina tenduristiya laş, di heman demê de ruh û mejî bihêz dike û bandoreke bihêz li ser tevgerê jî heye, xemgînî, stres û depresyonê kêm dike.
Çalakiyên wek meş û avjenî li xwezayê, ji bilî ku bandorê li ser tenduristiya laş dike, ji bo pêşîgirtina li depresyonê, stres û ramanên nerînî tedbîrek bêhempa ye.
Aramiyeke ku xweza bi mirov dide, mejî amadetir û vekirîtir dike. Ji ber girîngiya vê mijarê, çiqek zanistî bi navê "dermaniya xwezayî" an "ecomedicine" heye ku armanca wê lêkolîn û xebata li ser vê mijarê ye.
Di dermanê kesk de, pêdivî ye ku mirov her roj dem ji bo meşê li xwezayê veqetîne. Lêkolîneran destnîşan kirin ku eko-derman depresyonê ji sedî 71 kêm dike.
Lêkolînerên navendeke pizişkî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo pêşîgirtina li "şekir" û "qelewbûn"ê, zarok û ciwanan neçar dikin ku li cîhê vekirî ji hêla fîzîkî ve çalak bin.
Ji ber zêdebûna bikaranîna lîstikên kompîturê, tablet û têlefonên destan, şekir, zêdebûna kîloyan û nexweşiyên din ên metabolîk bê guman dê di pêşerojê de bi zarokan re bibin.
Ji ber vê yekê di zarokên wiha de “dermanê xwezayê” bi cidî tê his kirin.
Dermanê kesk hesta xwebawerî û aramiya hişê zarokan zêde dike.
rêveçûn di xwezayê de di bin taya nerm de jî baştirîn rê ye ku ji laş re vîtamîna D peyda bike. Kêmbûna vîtamîn D, metirsiya penceşêrê û nexweşiyên mîna MS zêde dike.
Ji aliyê din ve, lêkolîn nîşan dide ku di rojek normal de ku hewa paqij e, rêjeya hewaya hundurîn 70 carî ji hewaya derve ye.
Ev pîsbûn bi sedema madeyên kîmyayî û agirê gazê ve tê berhemanîn.
Dema ku em li cihekî girtî bin, tîrêjên rojê tune, ji aliyê din ve her tim monîtorên televizyon, kompîtur û telefonên destan li ber çavên me ne. Dema ku em ji malê derdikevin, em li ber tîrêjên cûrbecûr ên rengan derdikevin û ronahiya xwezayî dibe sedema zelaliyê çavan.
Lêkolîn nîşan dide ku rêveçûna li cîhê vekirî di bin germek nerm de bandorek erênî li ser hormonên cûrbecûr, di nav wan de kortîzol û hormonên tîroîdê heye, û asta hormonên din di laş de kontrol dike, Ji bilî kêmkirina stres û depresyonê, ev kar rîtma roj û şevê ya laş jî rêk û pêk dike.
Bi kurtasî, bibin hevalê xwezayê heta ku:
- Zêde kîlo nebin û nehêlin qelewî zirarê bide we.
- Metabolîzma we zêde bibe.
- Bila raman û bîranînên we xweş bin
-Bila hesta we ya xwebaweriyê bilind bibe.
-Çermê we paqij be û hûn ciwan bimînin.
- Êdî tehdîd li ser tenduristiya we nemîne.
- Bila hestiyên we sist nebin.
- Rîska penceşêrê kêm dike.
-Pêşîlêgirtina tansiyona xwînê.
- Pêşîlêgirtina şekir.
- Asta kolesterolê xwe kêm bikin.
-Bila hişê we ronî be.
- Têkiliyên xwe yên civakî bi awayekî guncaw û erênî pêş bixin.
Dil, hiş, laş û mejiyê xwe emanetê xwezayê bikin. Bêguman destên wî ewqas vekirî ne, ew diyariyên ku kes nikare pêşkêşî we bike, xweza pêşkêşî we dike.