Heba çareseriya şaneyên penceşêrê hat xulqandin

Şadî

Kurdshop – Pisporên zanistî yên Amerîkî, hebekî penceşêrê ya ku bi rêya kemoterapiya bi armanc kirî, girêyên zexim tine dike xuliqandin. Hat destnîşan kirin ku ev dermanê nû, di derman kirina gelek penceşêrên wek sing û memik û prostat jî di nav de ne, li hember gelek cureyên din ên penceşêrê bi bandore.

Heba ku di encama lêkolîna 20 salan de hat pêş xistin, ji aliyê tîma lêkolînê ya Navenda Lêkolînên City Of Hope ku yek ji mezintirîn damezrînerên lêkolîna penceşêr û derman kirinê ye û ji waliyê wê tîmê ve hat xoliqandin. Molekula bi navê AOH 1996 jê re hatiye dayîn,  bi bikaranîna kemoterapiya bi armanc kirî ku li ser şaneyên penceşêrê tên bikar anîn, bi bandore. Molekûl û DNAyê de ew girêyên penceşêrê yên ku xwe zêde dikin, ji bo wan sererast bike û nûjen bike bi rêya proteîna PCNA hebûna penceşêrî dike armanc û li ser kar dike.

Hat diyar kirin, ev protein di derman kirina penceşêrên weke memik, prostat, mejî, hêkdank (organê cinsî yên jinan), penceşêra malzaroka jinan, çerim û pişikê de bi bandore. Di xebata ku di kovara Cell Chemical Biology de hat weşandin de, hat diyar kirin ku protein li ser zêdetirî 70 xetên şaneyên penceşêrê hatine ceribandin. Encaman aşkera kir ku AOH 1996yê çerxa zêdebûna şaneyên penceşêrê ya bi awayê asayî kêm kiriye û şaneyên penceşêrê bi awayekî bijartî kuştiye û ji nav biriye.

Ji tîma lêkolînê profesor Lînda Malkas diyar kir: ‘’Encam hêviyê didin. AOH1996 bê ku mezinbûna girêya penceşêrê rê li ber toksîsîteyê veke, dikare bifetisîne ango pêşî lê bigre.’’

Profesor Lînda diyar kir: ‘’Kemoterepiya bi armanca lêkolînê vê gave, li City Of Hope, di mirovan de li qonaxa yekem a ceribandina klînîkî de ye.’’

Sernivîskarê xebatê ango lêkolînê Long Gu anî ziman: ‘’Ti kesî PCNA weke terapotîk ango bi armanca derman û çareser kirinê nekir armanc; ji ber ku weke ku nikare were derman kirin dihat dîtin. Me kifş kir ku PCNA yek ji sedemên potansiyel ên zêdekirina xeletiyên dubarekirina asîda nukleîk di şaneyên penceşêrê de ye. Niha ji ber ku êdî em qada pirsgirêkê dizanin, êdî em dikarin wê asteng bikin û emê kûrtir lêkolîn bikin heta ku pêvajoya pêşxistina dermanên penceşêrê yên armanckirî fêm bikin.’’

Li gor raporta Navenda Lêkolîna City Of Hope a Amerîkî çareseriya penceşêr bi vê lêkolînê ve geheştiye asteke zanistî ya giring û li ezmûn û ceribandinan aşkera bûye ku, ew heb şaneyên penceşêrê yên nav girêyên req de dike armanc û wek çareseriya kemoterapî ango dermanê kîmyayî kar dike.

Encamên lêkolînê li kovara Cell Chemical Biology de hatine belav kirin û tê gotin ew heb dermaneke bi navê AOH 1996 û hatiye piştrast kirin ku dikare şaneyên penceşêrê bike armanc.

KURDŞOP
701 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!