Hanî Murteza
Kurdshop – Xwarin, yekek ji hewcehiyên bingehîn ên jiyana mirov e. Dibe bibêjin ku sebebeke bona mana mirov û vegeşîna mirov.
Hemû xwarin, eger bi awayekî drust bên xwarin, sûdên wê bo me mirovan bixwe heye. Bêguman her xwarinek li rêjeya xwe zêdetir bê xwarin, wê demê bi cihê sûd bigihîne bi laşê me, dibe bi zirar û drustbûna nexweşiyên cuda.
Di vê gotarê de emê behsa wan xwarinên li Kurdistanê bikin ku hem ji aliyê tenduristiyê ve bo bikaranînê zirara heye û hem jî ji aliyê kalîte ve.
Ev nexweşiyên ku di civaka Kurdî de û li Kurdistanê de pir xuya ne, mixabin nexweşiyên han in:
Şekir
Tansiyona xwînê
Kolon
Kêmiya xwînê
Her sal gelek kes bi sebeba pêketina bi wan nexweşiyan dinalin. Em dikarin bibêjin ku ev nexweşiyên han, zêdetirîn in di civaka me de, ku para herî zêde ji ber xwarinên ne tendrust û xwarina zêde û nebûna kalîteya bilind a xwarinan de rû didin.
A- Nexweşiya şekir du core ne: Coreya yekem: Ev core nexweşiyê di demekê de pêdikevin ku para berevaniya laşê me, şaneyên dirustkirina însulîna di penkreasê de ji nav dibe.
Di civaka Kurdî de pêketina bi cureyên wiha piranî bi sebebên jîngehê yên weke Vîrusan çê dibin.
B) Ev cora nexweşiya şekirê ku ya herî belav dibe ye, cureke ku bi sebeba şêwaza jiyana netendurist an bi sebeba ber bilavbûnê pêdikevin, ango ji dayîk û bav ve bo dimîne.
Sedemên pêketina bi nexwaşiya şekirê:
Qelewî, tevgera kêm, guhertinên di hormonan de
2 – Tansiyona xwînê: Pêk tê ji bilindbûna tansiyona xwîna zêdetir li rêjeya normal a xwê, ku ev yeka jî dema ku lêda dil bileztir dibe û tansiyona xwînê li dil û damar ango boriyên xwînê de zêde dike.
Sedemên pêketinê:
Qelewiya zêde, xwarina hinek zêde ya xwê, werziş nekirin, bi temenbûn, mîrat, vexwarina alkolan, cigare û … hwd.
3 – Kolon: Nexweşiya Kolonê yek ji qelewiya herî bilav û dibe bi sedema bêhn tengî, îltihaba koma endamên digest û riviyan û birîndarbûna mîde. Nexweş bi êşa nav zik dike û piranî mîna tevlîhevbûn, tengezarî, werimîna zik, gaz an bayê zik, guhertina di tevgera riviyan de, qebiz an zikçûn, hinek caran jî dig el pîsiyê de “Lîman” dibe ku, ji mirovekê bo miroveke din tê veguhastin.
Nan xwarina bilez, xwarina kafeîn, cigare kêşan, tiştên şîrîn, vexwarina alkolan, xemokî yan jî meraq, vexwarina nerm, sebize, nok, nîsk, fasolya, lobiya û …hwd.
Kêm xwînî: Rewşeke ku laş êdî nikare şaneyên sor ên normal û saxlem çê bike.
Sedemên pêketinê:
Kêmasiya vîtamîn B12, nexweşiyên demdirêj, kêmbûna hesin, bikaranîna hin dermanan wek antîbiyotîk û … hwd.
Li Başûrê Kurdistanê em dikarin bibêjin ku hinek xwarinên me hene ku ne bi kalîte ne û sedema sereke ya nexweşiyan in û tiştên ku dibin sedem jî:
Zeyt, xwarinên konserveyan, xwarina bilez û … hwd.
Herçawan ku bi xwarina ne tendrust tûşî nexweşiyên cuda dibin, bi bextewerî ve, li welatê me de, ev şiyan hebûye ku bi rêya çareserî û rênivînîkirinê, ev nexweşiyên wiha kêm bibin, ev jî wedigire bo xwe parastin û kêm xwarina “şoratî, rûn û şîrînî” û hişyarbûna takekesî ya li Kurdistanê de.
Pêşîlêgirtina nexweşiyan di civaka Kurd de:
1 - Xwarinên zirara wan heyî û bilez kêm bikin, vexwarina fêkî û sebzeyan zêde bikin.
2 - Werziş sedemek çalak mayî û bihêzkirina laş li hember nexweşiyan e.
3- Dûrbûn ji herêmên sar.
4 - Xwarinê bi deman re organîze bikin.
5 - vexwarina ava zêde.
6 - Xwarina beqleyan kêm bikin.
7 - Bikaranîna dermanan kêm bikin.
8- Xwarina şekir û şîrîniyan kêm bikin.
Bi xwarina fêkî û sebze û hin xwarinên saxlem ên wek "patatên kelandî, brokolî, sebze, sûpa zebzeyan, îsot, xwarinên kêm rûn, gêzer, avokado, sînga mirîşkan" û gelek xwarinên din em dikarin xwe û jîngeha xwe ji van nexweşiyên ber bilav biparêzin, da ku me takên saxlem li Kurdistanê de hebin.