Sûdên gula beybûnê

Gul an jî giyayê beybûnê bi qasî ku xweşike, ewqas jî xwedî sûdên gelek başe. Gulên beybûnê bi gelemperî axên şil û mîneralîzekirî tercîh dikin û piranî li park, baxçe û mêrgan de digihîje ango şîn dibe.

Şadî

Kurdshop – Gul an jî giyayê beybûnê bi qasî ku xweşike, ewqas jî xwedî sûdên gelek başe.

Gulên beybûnê bi gelemperî axên şil û mîneralîzekirî tercîh dikin û piranî li park, baxçe û mêrgan de digihîje ango şîn dibe.

Di beybûnê de ku gelek runên girîng di nava xwe de hildigre, flavonoid,  asîtên organîk û reçîne û madeyên beniştî yên bi sûd tê de hene. Ev naverokên girîng, di tevahiya vê giyayî ango beybûnê de hene. Teybetmendiyên ku di beybûnê de heyî, li hember îltihaban, bandora wê ya baş a ji bo persîvê û li hember sivik kirina bronşîtê û li hember îltihabên  di rêya henase û bêhn danê de, xwedî bandoreke erênî ya pir zêde ye û herwiha dikare weke çay bê dem kirin û vexwarin.

Wekî din, beybûna  ku weke kevneşopiyekî ji bo iltîhaba di pergala avêtina derve de, kîst û demên bi êş yên mehaneya jinan tê bikar anîn, di rewşên wekî romatîzmê de jî dikare bibe dermanekî xwezayî yê bi sûd.

Di heman demê de ev giya di birînên biçûk, êş û xurandina de, ji bo lez kirina dema derman kirin û başbûnê alîkareke bi bandore. Yek ji wan riwek an jî giyayane ku ji derve de di nexweşiyên wek egzema, sorbûn û werimandinê de pir tê bikaranîn.

Hin têkelên ku bi giya re têne amadekirin jî, dikare ji bo şuştina dev an çeliqandinê (gargare kirin) û hem jî ji bo iltîhaba di dev an êşa qirikê de werin bikar anîn.

Ji bo alîkarî kirina birînên dev jî, Cûtina  pelên taze yên beybûnê rê û rêbazeke  baş e.

Tê fikirîn ku bi saya naveroka tall ya di nava beybûnê de, cûtina pelên wê yê taze jî ji bo helandina xwarinan hîn baştire.

Mîna giyayên din yên havînî, beybûn jî ji hêla klorofîlê ve dewlemend e û xwedan taybetmendiyên paqijkirinê yên bilind e. Beybûn ji hêla fiberên ku jê re mucilage têne gotin de pir dewlemend e û bandoreke wê ya derbas kirinê heye.

Beybûn dikare bibe alîkar ku heza xwarin xwarinê zêde bike, ji ber ku di nava wê de talîtî heye, ku şewbên mîdeyê çareser dike.

Kelandina beybûnê ji bo daxistina germbûna zêde û heraret û xwîdanê dikare were bikar anîn. Weke kevneşopî bi awayê kompres (Qumaşê pêçayî ku ji bo lênêrîna birînan an ji bo armancek din tê bikar anîn).dikare were pêk anîn, yan jî weke çay dîsa ji bo heman armancê dikare bê bikar anîn.

Beybûn di demsalên sar de, ji bo derman kirina persîv û serma girtinê de giyayekî bi bandore. Ji ber ku xwedî taybetmendiyên antîtusîf ango dermanê kuxikê ye, ji bo kuxik û serma girtinê jî pir başe.

Beybûn ji aliyê  bêhn û nefesdayînê de jî giyayekî başe, ji ber ku ew ji laş re dibe alîkar ku li dijî enfeksiyonan şer bike û toksînan bavêje derve. Di heman demê de bi saya bandora xwe ya diuretîk ango mîz avêtinê dibe sedema xwîdanê û bi rêya xwîdanê ve jî davêje derve.

Beybûn bi giştî weke dermanê homeopatik ango dermanê tiba alternatîf û giyayî tê bikar anîn. Bi vî awayî ji bo bikar anîna wê dema ku ev giya hîn dema taze vedibe tê kom kirin û naveroka wê jî ji bo rawestandina xwînrêjiyê tê bikar anîn.

Di demên davî de lêkolîneke ku hatiye kirin, bandora wê ya li ser derman kirina AIDSê nîşandan. Tê bawer kirin ku ev yek ji ber maddeyek hêja ya di beybûnê  de bi navê apigenin e, ku dikare vîrusa HIV-ê çareser bike. Lê heta niha ti encamek ku vê yekê îspat bike nehatine dîtin.

Bi kar anîna beybûnê ya li derve de:

Ji bo birînan: Bi kar anîna beybûnê ya rast wahaye. Bi gelemperî, birînên di laş de bi vê nebatê têne derman kirin, ji ber ku bandorên wê yên dij-înflamatuar û dermankirinê hene.

-Beybûn ji bo baş kirina birînan û ji bo birînên di dev de bi cûtinê, ji bo birînên sivik jî dikare were bi kar anîn.

Êşên Romatîzmayê: Beybûn bi saya taybetiyên xwe yên flavonoîd û dij-înflamatuar, dikare ji derve jî ji bo êşên movikan û romatîzmayê jî were bikar anîn. Hetta tê zanîn ku beybûn jî di çend melhemên ku êşê sivik dikin de tên bikaranîn.

Herwaha beybûn ji bo hemî deq û şewatên tavê yên li ser çerm dermanek pir bi bandor pêşkêş dike. Bi saya taybetmendiyên xwe ya antîseptîk, pizrikan, birîn û herişînê zû derman dike. Beybûn ku çerm ji xaneyên mirî paqij dike, ji bo biriqandina rengê çerm dibe alîkar

KURDŞOP
804 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!