Li Kurdistanê Rêwas û giringiya wê

Li Kurdistanê, bi taybet hin giya û şînkayî hene di çanda kurdî de xwedî cîhekî taybet in. Ango giyayên ku taybet li Kurdistanê bi çanda kurdî re ketine nav hev û ji bo kurdan ne tenê wekî giyayekî, wek hebûnekî çandî xwedî wate hene

Şadî

Kurdshop - Li Kurdistanê, bi taybet hin giya û şînkayî hene di çanda kurdî de xwedî cîhekî taybet in. Ango giyayên ku taybet li Kurdistanê bi çanda kurdî re ketine nav hev û ji bo kurdan ne tenê wekî giyayekî, wek hebûnekî çandî xwedî wate hene. Yek ji wan giyayan jî rêwas e û rêwas di çanda kurdî de xwedî cîhekî taybet û ji bo hemû kurdan jî xwedî tamekî taybet e. Ji ber wê jî li gelek cîhên Kurdistanê ji rêwasê re dibêjin ‘’Muz ên Kurdan’’  an jî ''Muz ên Çiya'' ango ew pênase giringî û taybetîbûna wî giyayî ya ji bo civaka kurd nîşan dide. Ji ber wê jî gelek giya û şînkayî hene bê guman sûdên wan ên ji bo tenduristiyê hene, gelek ji wan wekî derman tên bikaranîn, lê ya ji hemûyê giringtir hin giya û şînkayî li gel çanda miletan an jî gelan ketine nav hev. Bi taybet jî li Kurdistanê ev tişt pir zêde ye û hin şînkayî û giya di çanda tam girtina civaka kurd de xwedî cîheke taybet in. Rêwas jî yek ji wan giya û şînkayiyan e.

Rêwas nebateke ku di demsalên baharê de li çiyayên Kurdistanê şîn dibe û bi giştî hema li hemû cîhên Kurdistanê hene. Herwaha rêwas di esas de giyayeke lê weke fêkî jî tê xwarin. Rêwas ku bi destpêka baharê re dest bi şînbûnê dike, piranî li cîhên asê û xîzikan şîn dibe. Cîhê ku rêwas lê şîn dibe, ti giyayekî din zêde çênabe ango giyayeke serbixwe ye.

Rêwas li aliyê gel ve herçend zêdetir weke fêkî bê xwarin jî, lê gelek ciha gel tirşîya wê jî wek şêwazê xiyar şorê çêdikin.

Rêwas jî weke gelek fêkiyan destpêkê postê wê ango qaşûlkên wê tên jê kirin û tê xwarin. Herwaha mirov dikare li ser kozan jî bixwe.(Didin ser kozên agir û piştre diqeşirînin û dixwen.)

Temenê rêwasê pir kême herî zêde 10 rojin û zû pîr dibe.

Li Kurdistanê zêdetir nêrika rêwasê tê xwarin û pelgên wê nayên bikar anîn; lê li gor agahiyan Ewrupî nêrik ango rêwasê bi xwe naxwen, lê ji pelgên wê gelek tiştan, weke derman û heb, cureyên kêk, rêçal, sirke û koktêlan jê çêdikin. Herwaha Ewrupî di baxçeyên xwe de diçînin û bi armanca bazirganiyê bikar tînin.

Di pirtûkên dermanên Çîniyan de bi hizaran sal berî niha navê rêwasê wek rihabarbar (reha- jîya- damara barbaran) derbas dibe. Ji ber ku Çîniyan dema Tîbetî û Moxiliyan êrîşî welatê wan dikirin bi xwe re biribûn. Lewra jî wan ew wek rihabarbar lê kiribûn. Rêwas di salên 1600 de tê Ewrupa. Ingilîz di 1800î de wek dikak (sebze –zerzewat) di baxçên xwe de hem jibo xwarinê, hem jî jibo xweşikahiyê dest bi çandinê kirin. 1900 an de birin Amerîka bakur. Niha li welatên Ewrupa wek Holanda, Belçîka, Almanya Îtalya, Brîtanya û hwd hem bo ticaret, hem jî jibo xwarin û xweşikahiyê tên çandin.

Sûdên rêwasê çine?

Xwasteka xwarin xwarinê ango îştahê vedike, laş-bedenê bihêz dike, gaza di mîde û rûviyan ji holê radike, îdrarê-mîzê baş dike, ji bo qebzê başe, lê di heman demê de zêde xwarina wê zikçûnê ango îshalê çêdike.

Rîçal: rêwas ji bo rîçalên têkel jî dikare bê amade kirin. Weke mînak Tûferengî û rêwas, gêlas û rêwas, sêv û rêwas, porteqal û rêwas, kîvî û rêwas û herwekî din dikare li gel yek bê çêkirin.

Şêwaza amade kirinê waha ye: Di serî de rêwasan spî bikin û hûr bikin, hinekî şekira toz lê bireşînin û şevekî di sarincê de bihêlin. Bi qasî rêwasê ew qas fêkiyên din jî lê zêde bikin, hindek av û şekir lê zêde bikin û bikelînin. Dema ku tîr bû êdî li ser agir rabikin û di nava şûşeyan de ango qavanozan de hilgirin.

Rêwas dikare bi vî awayî jî bê xwarin: Rêwasan spî bikin û hûr bikin. Kêmek rûn berdin tavikê, rêwasan tê de sor bikin, dema ku rêwas nerim bûn baharatan lê zêde bikin û hêkan bişkînin ser. Di hindek xwarinên ku mendik tê de tê bikar anîn, li şûna mendikê rêwas jî dikare were bikar anîn.

Çawa ku car caran ava fêkiyan ji bo xoşavan tê bikar anîn û herwaha ji bo kêk, ava rêwasê jî dikare were bikar anîn. Rêwasan spî bikin, li gorî xwasteka xwe hûr bikin nava avê, bi qasî 15 hûrdem ango xulekan bikelînin bila nerim bibin. Piştî ku nerim bûn, ava wê bi parzînin û sar bikin. Piştî sarbûnê weke hemû fêkiyan ava wê bêxin nava kêkan.

Tê gotin ku rêwas, bi taybet koka rêwasê ji bo nexwaşiya şekir dermane. Zêdetir li Rojhilat û Bakurê Kurdistan ev têbînî heye. Herwaha gelek caran bijîşk û kesên pispor jî ji bo kesên nexwaşiya wan a şekirê ango diyabetê hene xwarina rêwasê pêşneyar dikin, lê ji aliyê zanistî ve ev yek heta naha bi awayekî berfireh nehatiye rawe kirin.

KURDŞOP
669 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!