Li zozanên Feraşînê bihûşta veşartî Gola Çalyanê

Gola Çalyanê ku çavkaniya wê hem sûdê ji ava berfê hem jî ji ava binerdê digire, havînan ji bo koçeran cîh û warekî başe. Herwiha havînan bala xwezahezan û geştyaran jî dikişîne ser xwe.

Şadî

Kurdshop – Gola Çalyanê ya li zozanê Feraşînê, bi bedewî û xweşikiya xwe ziyaretvanan mest dike dike.

Zozanên Feraşînê ya li quntarên Çiyayê Kato ku di navbera navçeya Elkê ya Şirnexê û navçeya Payîzava ya Wanê de ye, bi xwezaya xwe ya bêhempa havînan ji geştyar û ziyaretvanan kêm nabe. Koçer, Elkêyî û gelek kesên ji deverên Botanê li vir siyabo jî di nav de gelek cureyên giyayan berhev dikin. zozanê Feraşînê zozenekî gelekî henik û aram e. Ji ber ku berfa li wê deverê, ew der her hênik e û ew hênikayî dibe sedem ku li wir mêşvanî û sewalkarî were kirin. Ji ber hênikayiyê xelk ji germê direvin û berê xwe didin zozanên Feraşînê û bi taybet jî Gola Çalyanê.

Gola Çalyanê ku çavkaniya wê hem sûdê ji ava berfê hem jî ji ava binerdê digire, havînan ji bo koçeran cîh û warekî başe. Herwiha havînan bala xwezahezan û geştyaran jî dikişîne ser xwe.

Gola Çalyanê ku li navçeya Elkê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê ye, dikeve deşta Feraşînê ya ku 2 hezar 625 metreyan li ser asta behrê bilinde.

Dîmenên wê golê ku di demsalên zivistanê de bi qeşayê tê sergirtin, bi destpê kirina biharê re qeşaya ser dihele û li cihê cemed û qeşayê, di demsalên havînê de ruyê xwe bi kulîlk û gulên rengîn ve dixemile.

Bi destpê kirina germê re, ku li deştê ajal tên çêrandin û mêşvanî tê kirin, di heman demê de ji bo geştyar û xwezahezan jî, dîdbariyeke bêhempa derdixe hole. Gola Çaylanê jî ku li qontarên çiyayan de cîh digre, bandoreke cudatir li ser ziyaretvanên xwe dide avakirin.

Li wê deşta xweşik ku 5 kîlometreyan li navçeya Elkê dûre de, meş kirin, hewayê paqij wergirtin û li kêleka Gola Çaylanê runiştin yan jî wêne kêşandin, ji bo herkesî yek ji cihê herî bê helbijartin û gelek xweşike.

KURDŞOP
751 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!