Urmiye...Gola geştyarî ya Marmîşo 

Gola Marmîşo, ji wan cihên herî xweşik û xwedî seyrangehên xwezayî yên parêzgeha Urmiyê û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Şadî

Kurdshop – Gola Marmîşo Yek ji golên herî xweşik û xwezayî yên parêzgeha Urmiyê ye. Ev gol 45 km dûrî bajarê xweşik ê Urmiyê ye.

Marmîşo ku weke geliyê Dirî jî tê naskirin, dikeve navçeya Tirgever a bajarê Urmiyê ku di heman demê de navçeya herî dawî ya li ser sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Gola Marmîşo, ji wan cihên herî xweşik û xwedî seyrangehên xwezayî yên parêzgeha Urmiyê û Rojhilatê Kurdistanê ye.

Ev gola ku li herêma Tirgeverê ye, li nêzîkî sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê ye û li geliyên xweş û şînkayî yên gundê Baniyê ye, rûbera wê nêzîkî pênc hektarane û kûrahiya wê jî di navbera 50 û 60 metreyan de tê texmîn kirin.

Li vê gola xweşik, ji ber erdhej û ketina kevirên ji bilindahiyên nêzîk bendaveke xwezayî li ser avên sînorî yên di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de çêbûye. Herwaha ji bilî vê xwezaya xweşik,  hebûna ajalên kovî yên cûr be cûr jî reng û rûyekî din yên wê navçeya geştiyariyê ye.

Çemê Nazlîçay ku ji bilindahiya çiyayên Baybûn û Stêrka Lûndê( Stêrka Lûnd navê çiyaye li bajarê Urmiyê) derdikeve, piştî herikandineke dirêj di wê newala xweşik de goleke xweşik derdikeve hole.

Derdora wê gola xweşik û xwezayî, bi gir-bilindahiyên bi şînkayî û bi her cûre giya û nebatên bi nirx û sûdmend hatiye dorpêç kirin.

Derdora golê bi gelek darên fêkî û darên cuda hatiye xemlandin. Herwaha ji bilî hebûna daran, li derdora gola Marmîşo, gelek cureyên giya û nebatên dermanî û kulîlkên biharê jî tên dîtin. Ev yek jî bûye sedem ku mêşvanî li derdora golê gelekî zêde bibe.

Ji bilî gelek giyayên dermanî û bi sûd, li wê golê gelek cureyên balindeyan jî hene ku zêdetir jî kevok û qumrî û çivîkên sûsik lê hene.

Ji ber ku beriya hezaran sala li nêzîkî wê golê qewmên Xirîstiyan ên Suryanî jiyan kirine, serokê mezin yê Xirîstiyanan Marşîmon Biyanîn li wê gola biçûk hatiye danîn.

Ji bilî mêşvaniyê, nêzîkî  golê, konên koçeran jî têne dîtin. Herwisa geştiyar û gelê herêmê  piştî ku bajarê Urmiyê û gundên Pesan, Banî û Helaniyê derbas dikin, xwe digehînin gundê xweşik yê Marmîşo û pirştre jî di rêya kevirî re diçin ser gola Marmîşo. Bihar û havîn demsalên herî baş û guncavin ji bo serdan kirina wê gola xweşik û xwezaya bêhempa ya derdora wê.

Xwezaya çiyayî ya wê herêmê bûye sedem ku derdora golê bibe xwediyê avhewayeke nerm û pir xweş.

KURDŞOP
778 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!