Gola Fêlaw yek ji gola herî bilind a Kurdistanê

Gola Fêlaw bi yek ji gola herî bilind û bedew ên Herêma Başûrê Kurdistanê tê naskirin. Gola Fêlaw yek ji navçeyên geştyarî û turistî yên devera Balekayetî ye li sînorê bajarokê Çomanê ku di çar demsalan de bedewî û taybetmendiya xwe heye

Hanî Murteza

Gola Fêlaw bi yek ji gola herî bilind û bedew ên Herêma Başûrê Kurdistanê tê naskirin. Gola Fêlaw yek ji navçeyên geştyarî û turistî yên devera Balekayetî ye li sînorê bajarokê Çomanê ku di çar demsalan de bedewî û taybetmendiya xwe heye. Ev gol dikeve qontarên çiyayê Sêkêlê û Çiyayê Hesara Sekran, li Bakurê Rojhilatê Parêzgeha Hewlêrê ye li nêzî bajarokê Çoman e û 160 km ji Hewlêrê û 9km jî dûrî Çomanê ye.

Ev gol sê hezar metreyan li asta deryayê bilindtir e û weke yek ji gola herî bilind li Kurdistana mezin tê danîn.

Gola Fêlaw li ketiye navçeyek pir zehmet, geştyar û kesên ku bixwazin biçine ser vê golê divê çend demjimêran bi meşê biçin, ji ber ku li navçeyeke bilind e gelek caran hênike û hewayeke sar heye. Erdnîgariya wê û hebûna çiyayên bilind li derdora golê û mana berfê li ser çiya, bûye sedem ku pileyên germê dakevin, dema ku di havînê de li bajarên din pileyên germê digehin 40-45 pileyan li Fêlawê 10 pile ye.

Wê golê ji hebûna golmekên avê yên Alpî û bê qusur û herweha ji ber barana zêde ya navçeyê û barîne berfê û heliyana wê, di hemû demsalan de av lê heye û hewayê wê gelek hênik e.

Hebûna vê golê li Kurdistanê, ji bo turîzmê giringiya xwe heye. Ev dîmenên bedew ên ku li navçeyê hene bûne sedem ku hejmareke zêde ya turîstan serdana navçeyê bike, sal bo sale hejmara turîstan zêde dibe, weke rengên bedew ên navçeyê turîstên ku tên jî pirreng in.

Amara rêveberiya turîzmê ya Çomanê nîşan dide ku sala borî nêzî 300 hezar turîstan serdana navçeyên turîzmî yên Balekayetiyê kirine, hejmara herî zêde ya wan serdanan jî ji bo gola Fêlaw kirine.

Zêdebarî turîstan her sal çend grubên çiyageriyê yên Kurdistanê serdana Gola Fêlawê dikin û bi şev lê dimînin.

Desteya Turîzmê eşkere kiriye ku Hikûmeta Kurdistanê giringiyeke zêde dide Gola Fêlawê û ji bo dabînkirina derfet û îmkanatan bo turîstan niha kar li ser vê projeyê dike, rêyên ku diçin Gola Fêlawê çêdike û veberhênanê têde dike.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo nasandina zêdetir a navçeyê û Gola Fêlaw, gelek kar kiriye. Ji bo vê mebestê û giringîdana bi navçeyê, çend festival hatine sazkirin û turîst ji Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê hatine vexwendin.

KURDŞOP
639 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!