Sûlava Bêgirê bi fermî wek navçeya ‘’Xwezayî ya divê bê parastin’’ hat pejirandin

Sûlava Bêgirê (Muradiye) ya ser bi parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê cîhekî balkêş û bi xweşikiya xwe ya xwezayî û xweşik ve gelek balkêş e.

Kurdshop – Sûlava Bêgirê (Muradiye) ya ser bi parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê cîhekî balkêş û bi xweşikiya xwe ya xwezayî û xweşik ve gelek balkêş e.

Sûlava Bêgirê bilindiya wê 18 metre ye. Ne tenê ber xweşikiya sûlavê, herwaha xweşikiya ku derdorê sûlavê jî gelek balkêş e. Sûlava Bêgirê 8 kîlometreya nêzîkî navenda navçeya Bêgirê (Muradiye) ya ser bi parêzgeha Wanê ye û 80 kîlometreyan jî nêzîkî navenda bajarê Wanê bixwe ye. Çavkaniya Sûlava Bêgirê Çiyayê Tendûrekê bixwe ye û herwaha ji avên li deşta Çaldiranê kom dibin û li ser çemê Bendîmahî ve digehin deşta Bêgirê.

Avên sûlavê ji bilindayiyên cuda ve dadikevin, lê xala herî bilind 18 metre ye û li rojhilat û rojvayê wê jî 15 metre bilindiya wê heye. Lê di çar demsalên cuda de dîmenên Sûlava Bêgirê xemlekî cuda ve derdikevin pêş û dîmenên xwe yên bê hempa ve bala hemû geştyaran dikşîne. Di mehên biharê de av pir zêde û tund diherike, lê di mehên zivistanê de Sûlava Bêgirê dicemide û dibe hebûneke ji cemedê û gelek dîmenên balkêş derdixe pêş. Di mehên havînê de jî dora Sûlava Bêgirê tejî dibe ji geştyar û kesên dixwazin derkevin seyranê

Sûlava Bêgirê ya parêzgeha Wan a Bakurê Kurdistanê, bi biryara ku li Rojnameya Fermî ya dewleta Tirkiyê de hatiye belav kirin, wek navçeya ‘’Xwezayî ya divê bê parastin û wek navçeyekî divê bê kontrol kirin û parastî be’’ hate pejirandin.

Sûlava Bêgirê, ku ji bo gelek geştyarên navxwe û derve cîhekî balkêş e, wek ‘’Qada Xwezayî ya Divê bê Parastin’’ hate pejirandin û ev yek ji aliyê gelê navçeya Bêgirê jî bi keyfxweşî hate pêşwazî kirin.

Rêveberê Çandinî û Daristanên navçeya Bêgirê Harun Altun jî vê derbarê de ragehand, navçeya Bêgirê ji aliyê dîroka xwe, xweza û çanda xwe ve dibe cîhê baldariya geştvanan. Herwaha diyar kir: ‘’Sûlava Bêgirê yek ji cîhê herî giring û berçav ê navçeya me ye.’’

Harun Altun got: Sûlava Bêgirê li ser rêyekî navnetewî ye û ji ber wê jî gelek geştyar berê xwe didin vê deverê. Ji aliyê wezareta Çandinî û Daristanan ve jî, ji roja 13.04.2023yê û pê de Sûlava Bêgirê wek qada divê bê parastin hate pejirandin û ew biryara fermî gelek giring bû. 

Herwaha navborî got, bi vî awayî ev biryar dê sûd bigehîne hemwelatiyên me jî û ti avahî, yan jî tiştekî din nikare li vê deverê bê çêkirin û ti tiştekî ku ziyanê bigehîne vê deverê bi fermî tê asteng kirin. Kesên ku vê biryarê de bandora wan heyî ez ji hemûyan re spas dikin û ji bo gelê me yê Bêgirê jî ev biryar serxêrê be.’’

KURDŞOP
729 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!