Gola Nawurê ya li Çaldiran a Rojhilatê Kurdistanê

Gola Nawurê nêzîkî 280 hektarî ye, yek ji 30 golên ku li Azerbaycana rojava ango eyaleta Urmiyê de hatiye tomar kirine û li rojavayê navçeya Çaldiran û li Rojhilatê Kurdistanê û nêzîkî  sînorê Bakurê Kurdistanê ye

Şadî

Kurshop – Gola Nawurê nêzîkî 280 hektarî ye, yek ji 30 golên ku li Azerbaycana rojava ango eyaleta Urmiyê de hatiye tomar kirine û li rojavayê navçeya Çaldiran û li Rojhilatê Kurdistanê û nêzîkî  sînorê Bakurê Kurdistanê ye.

Gola Nawurê navê xwe ji gundê bi navê Nawur a li navçeya Çaldiran a ser bi bajarê Maku ya Rojhilatê Kurdistanê werdigre.

Ev gol her sal mêvandariya zêdetir ji 10,000 çûkên koçber dike û di nava wan çûkan de, çûk û çivîkên weke qaz, ordek, quling û gelek cureyên cudatir ên çûkan jî hene. Herwaha li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê jî balindeyên cuda, bi taybet quling berê xwe didin wê golê

Ji bilî temaşe kirina çûkan, ev navçe weke yek ji cîhên bêhnvedan û geştiyariyê ya navçeya Çaldiranê ye. Herwaha ji ber hewaya wê ya hênik, havîna wê jî ji aliyê geştiyaran ve yek ji cîhên geşt û seyran û dem derbas kirinê ye.

Di derbarê kûrahiya vê golê de agahiyeke tam nehatiye bi dest xistin lê li gorî gotinan zêde kûre û ji ber wê jî dibêjin gol bê biniye.

Gola Nawurê yek ji wan golane ku hem weke gol, hem jî gundê Nawurê, di serdemên serhildanên kurdan de xwedî cîhekî giring buye . Herwaha Gola Nawurê yek wan gulane ku di salên 1927-1930’an de gelek fermande û pêşengên serhildanên kurdan yên weke Şêx Zahir  gelek kesayetiyên pêşeng ên din li wir hatine qetil kirin û şehît bû ne.

KURDŞOP
769 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!