Girreban; Gundekî Kurdistanê yê bi mîmariya Ewrûpî û xwedan branda cîhanî

Girreban, yek ji gundên herî bedew yên Kurdistanê ye ku ketiye parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê. Ev gund, ku girêdayî bajarokê Hersîn e, yek ji navendên pîroz yên murîdên ayîna Yarsan e û 62 km dûrî bajarê Kirmaşanê ye.

Kurdshop – Girreban, yek ji gundên herî bedew yên Kurdistanê ye ku ketiye parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê. Ev gund, ku girêdayî bajarokê Hersîn e, yek ji navendên pîroz yên murîdên ayîna Yarsan e û 62 km dûrî bajarê Kirmaşanê ye.

Ligorî vekolîn û dûvçûnên şûnwarnasiyê, hejmarek berhemên kevnar bi taybet çend bivirên kevir li vê navçê hatine dîtin ku dîroka wan vedigere 200 hezar sal berê û ev jî nîşana kevndarbûna jiyanê ye li vê navçê. Xelkê gundê Girreban, ser bi hoza Ateş Beygî yan jî Muşeişeî ne ku yek ji hozên berçav yên ayîna Yarsan e.

Axa dewlemend ya wê navçê, ku bo çandina her cure gul û giyayekî gelekî baş e, Girreban kiriye yek ji navendên berhemanîna gulav û areqa çendîn cure giya bi taybet areqa nanê. Berhemên Girreban bo gelek welatên cîhanê bi taybet welatên Ewrûpî û Amerîka tên hinardekirin.

Gundê Girreban, ji bilî wan berheman, di warê mîmarî de jî navdar e. Avahî û xaniyên wî gundî li ser şêwaza mîmariya Rûsî û Ewrûpa Rojhilatê hatine çêkirin. Li Girreban tu xanî û avahiyek li ser şêwaza mîmariya berê nehatiye çêkirin. Tevahiya wan jî ji aliyê murîdên ayîna Yarsan ve hatine çêkirin û serokê hoza Muşeişeî jî li vî gundî dijî.

Hebûna ocaxa hezretê Axabexş li gundê Girreban, ev gund kiriye yek ji navendên ayîna Yarsan û murîdên vê ayînê merasimên xwe yên ayînî birêve dibin. Yek ji wan helkeftan, cejna Şahî ye ku di werza zivistanê û bo dema 5 şev û rojan birêve diçe. Ev cejin, wek rêzgirtina 5 mezinên ayîna Yarsan birêve diçe. Şeva yekem bo Pîr Dawid, şeva duyem bo Pîr Binyamîn, şeva sêyem bo Hezaretê Mewla, şeva çarem bo Pîr Mûsa û şeva pêncem jî o Xatû Rezbar tê lidarxistin.

Ji bilî wê yekê ku Girreban, navendeke ayînî û olî ye, bi sirûşta xwe balkêş û bedew bûye yek ji navendên girîng yên geştiyarî li Rojhilatê Kurdistanê. Yek ji taybetmendiyên din yên bedew yên vî gundê Kurdistanê, ew e ku dema geştiyar serdana gund dikin, xelkê gund wek murîdên Yarsanî ligel wan reftar dikin û xwarin û vexwarinê belaş didin wan.

Pîşeya serekî ya xelkê gundê Girreban, çandinî, baxdarî, ajeldarî û çêkirina gulav û parfûm û berhemanîna dermanên sirûtî û tiştên wisa ye. Niha gulav û areqa nanê ya Girreban, wek brandeke cîhanî tê nasîn û bo gelek welatan tê hinardekirin û gulava Girrebanê yek ji çavkaniyên parfûmên navdar yên Fransî ye.

KURDŞOP
817 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!