Amêdî; 24’emin Bajarê bedew yê cîhanê

Bajarokê Amêdî ser bi parêzgeha Duhokê, li Başûrê Kurdistanê ye û 90 km dûrî Duhokê ye û ketiye bakûrê rojhilatê Duhokê. Statûya Amêdiyê ji bajarên din yên Kurdistanê cudatir e, ji ber ku bi rengekî helqeyî û li ser şêwaza kelhekî hatiye avakirin

Hanî Murteza

Kurdshop – Bajarokê Amêdî ser bi parêzgeha Duhokê, li Başûrê Kurdistanê ye û 90 km dûrî Duhokê ye û ketiye bakûrê rojhilatê Duhokê. Statûya Amêdiyê ji bajarên din yên Kurdistanê cudatir e, ji ber ku bi rengekî helqeyî û li ser şêwaza kelhekî hatiye avakirin. Ev bajarok li ser zinarekî mezin û li ser gupka çiyayekî hatiye avakirin.

Amêdî bajarekî kevnar yê Başûrê Kurdistanê ye û wek derwazeyê Badînan tê nasîn. Dîroka avakirina Amêdiyê vedigere 3 hezar sal berî zayînî û di qonaxên cuda yên dîrokê de ketiye bin deshilata Aşûrî, Sasanî û Eşkanî û çend şaristaniyên din û heyamekî jî navenda mîrnişîna Badînan bûye.

Bajarokê Amêdî li aliyê rojhilat ve, hevsînorê bajarokê Mêrgesorê ye, li başûr hevsînorê bajarê Akrê û li bakûr hevsînorê Tirkiyê û li rojava jî girêdayî Duhokê ye.

Dirêjahiya Amêdiyê, yek kîlometre ye û panahiya wê jî 500 metre ye û bi giştî rûbera wê, 1.5 km duca ye û bilindahiya wê jî 1185 metre ye ji asta deryayê.

Amêdiyê havînan, hênik û xweş e û zivistanan jî gelekî sar e. Li Amêdiyê gelek cihên kevnar û geştiyarî yên wek Medreseya Qubehan û havîngeha Sûlav hene, ji ber wê jî yek ji navendên geştiyarî yên Başûrê Kurdistanê ye.

Beşek mezin ji xanî û avahiyên Amêdiyê, bi kevir û berên wê navçêyê hatine çêkirin. Amêdî di warê bedewiyê de, di rêza 24ê ya cîhanê de ye.

Hejmara xelkê Amêdiyê, 6 hezar kes û li nav 1200 xaniyan de dijîn.

Li Amêdiyê, çendîn netew û ayîn pêkve dijîn.

KURDŞOP
676 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!